Analîz

Çawa bijîn ?

Ez kî me? Cihê min yê nav jiyanê de çi ye? Wateya berdewam kirina vê jiyanê ji bo min çiye? Ez pêwîste bi armancek çawa vê bijîm? Me bi wan pirsan ve dest bi lêgerînên azadiyê kir. Bê guman di serê her ciwanekê de, ew pirsana wek sanciyekî cihê xwe girtiye. Pergala ku em di nav de jiyan dikin her tişt normal û asayî nîşan dide. Lê belê hindek caran em wek sancî an jî wek guman dinirxînin. Pirsa ev wê çawa dibe ku rast bibe? Serê me de cihê xwe digirt. Bê zanebun jî be di serê ciwanan de, hindek tist wek pewîstiya rastiya derxistina hole derdiket. Em bawerin her kes van pirsan ji xwe pirsiye. Ji ber ve jî pewistiya bersiva hindek pirsan ji mere heye.
Bersiva pirsa çawa bijîn pêşxistina jiyana şoreşgeriye. Pêwîstiya pêşxistina jiyana şoreşgerî, ji bo hemû kesan wek nan û avê ye.
Ev bersiva pirsa “li şûna vê jiyana kevin, jiyaneke çawa wê were avakirin?” dide. Ev jî dibe sedema di kesayeta mirovek an jî çend mirovan de, civak bi giştî ji nû ve were avakirin-pêşxistin. Ev kesayet, di bingehê de dikare bibe sedema analîzên rastiya dîrokî û civakî. Ev kesayetên hanê, nûnertiya kîjan têkiliyên kevneşop yên dîrokî û civakî dikin? Vê yekê baş analîz dike. Ev analîz çi qasî bi kûrî, bi bedewî û hunerî were kirin, ewqasî berhemeke baş dertê holê.
Ev jî bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hinek xeyalên xwe didine xebatê, daxwaz û hesretên xwe tînin zimên. Ez li dijî çi me, çi dixwazim, çi xera dikim, çi ava bikim, çi nebedew e, çi bedew e, çi dikare were jiyandin, çi nayê jiyandin, çi dikare were pejirandin û çi nayê pejirandin? Van pirsan bi awakî vekirî dike û bersivên van pirsan jî dîsa bi awakî vekirî dide. Ji bo bersivên van mîna lêgerînvaneke heqîqetê têdikoşe. Bersivên van pirsan, civakê bi giştî eleqeder dike.
Ev bingeha romanê ku em dixwazin pêş bixin, di çarçova van pirsan de pir-hindik dertê holê. Rastiya îro ku tê jiyandin jî, ev e. Ev rastî çiqas bi paşverûtiyê, dagirkeriyê û feodaliyê ve girêdayî ye, ewqasî jî modernîzmek e ku şexsan cîla dike, dixwaze bibiriqîne û lê bin vala ye. Ev yek jî derketiye holê. Dîsa welatparêziya sexte, şoreşgeriya sexte û gelo di bin van de kesayet çi ne, çi nîn in? Hatine kifşkirin. Û bi vê yekê re jî, rizgarbûna civakê bi nasnameya netewî re çawa girêdayî ye, nûnertiya vê di kesayetekê de çawa dibe û ev kesên ku wê nûnertiyê dikin, çawa dertên, çawa têdikoşin? Ev hemû derketine holê. Hindek pirsên dîtir yê vê temam dike hene, bi ve şêwazî wek Rêber APO dibêje ‘’Roman’’ li ser wan bingehan peşdikeve.
Ji kû ve tên, jiyana berê çi ye, veqetandina wê, ji vê jiyanê çawa ye? Û dîsa bi jiyana nû ve çawa girêdeyî ye, wê jiyanê çawa çêbikin û hun dixwazin wê çawa xurtir bikin? Ev pirsên hanê jî tim têne dayîn.
Ji aliyekê ve pêşketin çima bilez çênabin, çima nikarin bibine milîtanên şoreşger, ev yek di kesayetê de dibe sedema çi? Bi bersivên rast, ji bo van pirsan û ji bo pêşketina şoreşê, erkê her ciwaneke lêgerê heqîqetê ye ku bibe hêza bersivê.
Bihar Raperîn

Başa dön tuşu