Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Di pêşengtiya ciwanên TEV-DEM perwerdeya Tenduristiyê li kargeha şips li Dêrîkê hat destpêkirin.[:]

[:ku]

Di çarçoveya xebatên şerê gelê şoreşgerî da Komîteya ciwanan a girêdayî TEV-DEM ê xebatên xwe yên amedekariya şer didomîne,
komîteya ciwanan a TEV-DEM li bajarê Dêrîkê perwerdeya tenduristiyê ji karkeran re vekir ,ev perwerde wê heya hefteyekê dewam bike ,her wiha perwerde bi armanca xizmet kirina di rewşa şer de hatiye vekirin .
ji beşdarvanên vê perwrdeyê ciwanê bi navê Îbrahîm ku bi xwe ji Efrînê ye wiha got:

dema ku dewleta tirkan ragihand ku wê tevgerek dagirkeriyê bipêş bixîne me jî dest bi perwerdeya xwe kir ji bo ku di dema şer da em kesekî li şuna xwe nehêlin em birîndarên xwe derman bikin.
di hêman demê de mamosteyê ku perwerdeyê dide jî diyar kir ku di rewşa şer da li her tax û li her deverek pêwîstî bi perwerdeya tenduristiyê heye,em perwerde didin da ku hemû ciwanên me ji bo rewşek şer ra amede bin.
hêjayî gotinê ye ku ev perwerde wê li gelek kargehên bajarê Dêrîkê bên dayîn.

 [:]

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu