Analîz

Êrîş û gefxwerinên dewleta Tirk li ser herêmê

Piştî hevdîtina dawî ya ku di navbera Rosya ,dewleta Tirk û Îranê de çêbû asta êrîş û topbarana dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûn herî dawî jî bi komkujiya li Tilrifetê ku di encamê de 2 kes şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn bi encam bû ,dewleta tirk di hevdîtinên xwe yên bi Rosya û Îranê re weke her car mijara tunekirina kurdan vedike û dixwaze bazaran di vê çarçoveyê de bike,bi van êrîşên xwe yên dawî jî ku ji Şehbayê heya Dêrîkê asta topbarana xwe zêde kiriye ,gumana erêkirina van dewletan ji tunekirina gelê kurd re pir zêde kiriye.
Ji ber ku di dîrokê de jî diyar dibe ku çawa hêzên hegemondar hertim li ser hesabê qirkirin,asîmîlekirina û tunekirina gelan hebûna xwe dane dewamkirin,gelek mînakên wê yên berçav jî hene.
Şerê li Îraqê ,bikaranîna îxwan el muslimîn û komên radîkal li cîhanê ji aliyê dewleta tirk ve,alozî û kirîza herî kirîtîk ku cîhan tê re derbas dibe giştî encama pilanên hêzên ku xwe weke giregir û xwediyê cîhanê dibînin e.
Ji ber ger îro şer raweste û deriyên çareseriyê vebibin,di asta yekem de Emerîka û Îngilistan ber bi têkçûyîneke tekûz ve wê biherikin,gav bi gav li ser hesabê ked,kuştin û qirkirina spî û sor xwe weke giregir dîtine û xwestine cîhanê giştî bi hemû heyînên wê talan bikin,mirov dikare encama şerê cîhanê yê sêyem ku di roja îro de diqewime wisa birêse.
Sûriye bi vê pêvajoya ku tê re derbas dibe mirov nikare deriyên çareseriyê bibîne,rêjîma Şamê ji gava avabûna xwe heya van kêliyan her tim xwestiye heyîn û nasnameya gelê kurd biçewsîne û bi nasnameya ku li gorî rêzikên berjewendiyên xwe formolîze bike,li aliyekî behsa çareseriyê dike û li aliyê din jî stato û pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye qebûl nake ,ev di rastiya xwe de xwexapandina mezin e.
Li aliyê din li hemberî binpêkirin û êrîşên dewleta tirk ji asta rexnekirinên şermokî dernakeve ,ev helwest tu caran ji çareserkirin û têkbirina dagirkeriya li ser xaka Sûriye re nabe bersiv.
Êrîşên ku li ser herêmên Şehbayê tên kirin êdî hemû sînor û rêgez derbas kirine,dewleta tirk bi awayekî domdar û bê navber gundewarên Şehbayê ku tê de zêdetirî 300 hezar koçberên Efrînî bi cih dibin topbaran dike ,ji sala 2018an de di encama topbarana dewleta tirk li ser Şehbayê de bi dehan sivîl şehîd bûne ,bi sedan birîndar çêbûne û cih û war talan bûne,ev hemû binpêkirin yekser bi razîbûn û erêkirina Rosyayê pêk tên.
Ev hêzên ku xwe li baramberî êrîşan qaşo gerentor dibînin yek armanca wan heye ew jî herêmên Şehbayê ji gelê Efrînê vala bikin û dagirkeriyeke nû bikin ,lê sekn û vîna gel ji van êrîş û pilanan mezintire ,di dîrokê de giregir û împratorên zordar her dem li hember tekoşîna gelan têk çûne, mirov dikare mînaka wê li Vîtnamê bibîne û li Kurdistanê bibîne hikumeta AKP -MHP jî rastiyeke welê ye ku wê nikaribe li dijî rêxistinbûyîna gelê kurd zêdetir ber xwe bide ji ber ne hêza wê têrê dike û ne jî îradeyeke wê ya xort heye .
Nivîskar: Ehmed Hesen

Başa dön tuşu