Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwanên herêmê: Heta rizgarkirina herêman em nasekinin[:]

[:ku]

Amadekariyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Ciwanan diyar kir ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê nesekinin û got “Armanc parçekirina hevgirtina gelan û tunekirina xwesteka wan a azadiyê ye, divê ciwan jî li gorî berjewendiyên gelê xwe tev bigerin.”
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi derketina dijminatî û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê êdî sedem û armanca planan nas kirin. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re bi hezaran ciwanan cihê xwe di warên leşkerî de girt.

Zêdetir bibîne Ji bo bîranîna Şehîd Bager Erdal

Êrişên leşkerî, planên şerê taybet û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gel û herêmê dewam dikin. Ciwan jî ji bo berevaniya welat û parastina destkeftiyan di nava liv û tevgerê de ne.

Di rewşa awarte de ciwanên li herêmê li gorî şerê gel ê şoreşgerî dest bi rêzeçalakiyan kirine; semîner, perwerdeyên destwerdana lezgîn û bikaranîna çekan.

Endama Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nisrîn Hesen ji ajansa me re got: “Hişyarkirina gel û amadekirina wan erka me ye, ji ber ku ciwan esasê civakê ne.”

Nisrîn Hesen diyar kir ku demeke dirêj e amadekariyan dikin û got: “Di perwerdeya çekan de hin ciwan xwe ji bo mewziyên pêş amade kirine. Beşeke din jî heye ji bo dabînkirina madeyên xwarinê, komkirina dermanan û pêwîstiyên tibî xwe amade dikin.”

15`ê Tîrmehê di civîneke awarte de 120 ciwanan biryara tevlêbûna şerê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Nisrîn der barê temamkirina amadekariyan de got: “Em ê heta rizgarkirina herêmên xwe wiha tev bigerin.”

Nisrîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên şerê taybet jî êriş dike û got: “Bi nûçeyên derew zextê li psîkolojiya gelê herêmê dike.”

`DIXWAZE XWESTEKA AZADIYÊ YA GELAN TUNE BIKE`

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Rîm Dada jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê bi giştî; dixwaze ewlehî û aştiyê di herêman de biçewisîne û projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, têk bibe û got: “Di vê pêvajoyê de dixwaze careke din xwe wekî Împaratoriya Osmanî bide nîşandan.”

Rîm diyar kir ku bi armanca parçekirina hevgirtina gelan û tunekirina xwesteka wan a azadiyê, dewleta Tirk planan amade dike.

‘DIVÊ CIWAN GELÊ XWE JI ŞERÊ TAYBET BIPARÊZIN’

Rîm bal kişand ser rêbazên êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ne tenê bi yek rêbazê şer dike, bi gelek cureyên şer sûcan pêk tîne; wekî sîxuran û kirîna ciwanan. Erka me ye jî ku em jinên ciwan li ser van xalan hişyar bikin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Elaa Mistefa jî da zanîn ku perwerdeya çek û rêbazên şerê taybet, dihêle ku ew wek ciwan dûrî fikrên ku dijminan li ser wan ferz kiriye, bikevin û bêhtir bibin girêdayî berjewendiyên gelê xwe.

Elaa Mistefa got: “Divê em wek ciwan bi şêwazên cuda li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin; bi çeka xwe, zanekirina gel, dabînkirina parên xwarin û destwerdana lezgîn.”

Çavkanî: ANHA

[:]

Başa dön tuşu