Bi daxweyanîyeke Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenê 2 çalakiyên ku di 11/12 Tebax 2022’an de pêkhatibûn parve kir
di daxweyaniya HRE ‘ê de wiha hat gotin:
Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker, di çarçoveya parastina rewa de li heremên Bab û Marê çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin.
Di roja 11’ê Tebaxê de, li herêma Marê di encama çalakiyek de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek jîp hat rûxandin.
Di roja 12’ê Tebaxê de, li herêma Babê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di encama van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 3 çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
14 Tebax 2022
Çalakiya Herêma Bab
Çalakiya Herêma Marê