DosyaGiştîNirxandinSerokatî

Rêber Apo ji bo gelê Rojava di sala 2020’an de çi got ?

Di sala 2020’an de hevdîtin di navbera Rêber APO û malbata wî de çêbû , rêber apo gelek mijar nirxandin . hem girêdayî bakurê kurdistanê û hem jî girêdayî rojavayê kurdistanê rêber apo di axaftinên xwe da balkişand ser nêzîkatiyên şexsî û got:

Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmetê bikin. Ji min tirê, partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotinan, bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî ne wisa? 50 sal in ez ked didim. Heke ez bibihîzim kesekî ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih digire û nirxan bi kar tîne, ez efû nakim. Vî gelî gelek berdêlên mezin dan. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Vî gelî ewqas berdêl dan. 50 sal in em kedê didin, nirx hene. Me gelek berdêl dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin, hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê ji bo we çareser nake. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî.

Stratejiya li Rojava rast e

Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava kedê didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan re dixwazim. Tirkiye geh li cem Emerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rêxistinbûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye.

Rêxistinbûyînên li wir Kurd Ereb, Ermen û Xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin.

Silav ji her kesî re

Ez ji her kesê ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpayê li dijî tecrîdê têdikoşin silavên xwe dibêjim. Li ku derê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelek baş im. Ez zanim ez ê çawa bijîm. Tu min dibînî rewşa min çawa ye. Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşve bibin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam bike hem jî rêjandina xwînê dewam bike. Bila herkes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike.”

Başa dön tuşu