[:ku]
Bi tevlê bûna 120 ciwanî civîna awerte li bajarê Qamişlo hat li darxistin.
Îro li bajarê Qamişlo bi tevlê bûna 120 ciwanî ji pêkhateya ereb û kurd civîna rewşa awerte ya şer hat girtin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir ,piştî wê li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger Bedran Qamişlo axivî Bedran di civînê de bal kişand ser rewşa ku herêm têde derbas dibe û giraniya pêvajoyê ,di hêman demê de bal kişand ser dîroka dagirkeriya tirk û komkojiyên wan ku bi serê gelên herêmê kirine û got:
Dewleta tirk a dagirker hebûna xwe li ser tune bûna gelan dide jiyan kirin,
dewleta tirk a dagirker li zap û avaşînê têk çû lê ji bo ku ser têkçûna xwe bigire niha gefan li bakur û rojhilatê sûriyê dixwe ji bo wê pêwîste ku em dewleta tirk di rojava de wekî zapê têk bibin.
Di hêman demê de Bedran bal kişand ser erka ciwanên Qamişlo di va şerê hebûn û tunebûnê de û got:
Yê ku Qedera şer diyar bike ciwanin dema eger ku şer destpêbike wê ciwan sînoran nasnekin hemû sînor wê bibin hedefa ciwanan û armanc ewe ku kesek derveyî berxwedanê nemîne .
Piştî axaftina Bedran Qamişlo plansazî û vesaziya hemû endamên parastina cewherî yên girêdayî ciwanên şoreşger hatin çêkirin,di plansaziyan de 120 ciwanî cihê xwe têde girt ,li ser ciwanan erkên ji cebheya şer heya lojistîk û pêwîstiyên şer re mijûlbûn hemû endaman cihê xwe têde girtin .
Di dawiyê de ciwanan amedenbûnên xwe ji bo şer anînîn ziman û bi sloganên Bijî serok Apo Bijî berxwedana gerîlla bi germahiyek mezin civîn bi dawî bû
.
[:]