Bi boneya salvegera 10’emîn a şoreşa rojava ciwanên tabura enternasyonal hest û nirxandinên xwe ji malpera mera anîn ziman .
Ciwanê enternasyol ê bi navê Tekoşer Ermenî ku bi xwe ji pêkhateya Ermenîye û komkojiya Osmaniyan a li serê pêkhateya ermeniyan malbeta xwe koçberî Ewrupa kiriye
Tekoşer ermenî derbarê gefên osmaniyên nû de wiha got:
ez wekî her kesekî ku ji êrişên osmaniyan revîne malbeta min jî beriya 100 sal ji ber komkojiya osmaniyan ji axa xwe koç kirine.
bi destê împeretoriya osmanî em wekî ermen li giştî cîhanê em hatin belavkirin.
Ji ber wê ez wekî însan ji çand ,dîrok ,û axa xwe hatim dûrxistin.
û wekî pêvajoyekê dîsa xwe bigirim dest û nêzî çanda xwe bibim, ji ber wê sedema ku ez hatime şoreşa rojava ev bû,
em li vir dibînin ku ev şoreş ne tenê şoreşek netewî ye, ev şoreş şoreşek rastiyê ye ,ji bo heqîqeta jiyanê ye.
em fibînin ku gelek wekî kurd ji aliyê dijmin da her tim tê tune kirin,em dibînin ku çawa kurd berxwe didin.
li gel gelên din ên wekî aşurî û ermenî û ereb bi hevra mil bi mil li beramberî vê pêvajoyê tune kirinê şer dikin û berxwe didin.
ev şoreş gelekî xwedî wateye ,ji bo min wekî însanê ku ji dîroka xwe hatiye qot kirin ev şoreş ji bo azadiya jiyanê xwedî wateye, ev ne ji bo avakirina dewletekî nû ev ji bo jiyanek azade,ji ber wê ez hatim ji bo piştgirî dayîna vê şoreşê, ji bo ku ez nêzî koka xwe bibim.
Ji bo ez vê rastiyê biparêzim .
Îro em dibînin ku çawa dewleta tirk wekî împeretoriya osmaniyên nû gefan dixwin ,ji her ev şoreş li ser sîstema wan metirsiye,em ji van gefan natirsin îradeya gelê vê derê gelekî xorte,berxwedana me li vê derê gelekî xorte,ev şoreş ne tenê li cihekî ye ev hêviya gelên hemû cîhanê ye,lê dewletên din heta yê ku ez jê hatime sîstema kapîtalîst li ser însanan giştî zilmê dike.
jiyana wir ne azade em giştî jî bi hêvîne ku ev sîstem wê werê hilweşandin û ji holê bê rakirin û jiyanek azad li şûna wê bê ava kirin.
Cihê vê şoreşê cihê ku jiyana azad lê destpêkiriye, û roj bi roj tê ava kirin,em lazime wekî hemû însanên vê cîhanê vê şoreşê biparêzin eger kesên ku dikarin werin şoreşê bila werin û li gel gelê herêmê şer bikin û berxwe bidin û jê fêr bibin .
Eger nikarin werin jî bila li cihê xwe tekoşîn li dijî sîstema kapîtalîst û li dijî dewleta tirk a faşîst bila li wir jî tekoşîn bikin,
em dibînin ku sîstema kapîralîst ne dewlet dewlete hemû girêdayî hevin.
Dema ku tirk êriş dikin ne bi tenê xwene li paş wan Nato heye bi çekên nato şer dikin ,dîsa ji Rusya jî tînin ,ev sîstema kapîtalîst giştî girêdayî hevin ,em ji dikarin li her deverê li beramberî wê tekoşîn bikin, û şer bikin.
em neçarin ne tenê di cihekî de bi serbikevin û xwe biparêzin û jiyanek nû dest pêbikin.
heta ev şoreş û ev tekoşîn li her cihî belav nebe gefên dîktator û sîstema kapîtalîst wê bi dawî nebin.
ji bo wê emê li vir li rojava heya noqteya xwe ya dawî şer bikin ,em tucarî jî teslîm nabin emê vê tekoşînê berdewam bikin û li her deverê cîhanê de belav bikin .
Di dawiyê axaftina xwe da Tekoşer got:
ez ji hemû hevalan re serkeftinê dixwezin û silav dikim û ji hemû şehîdan re rêzê nîşan didin û dibêjim her bijî tekoşîna enternasyonal li dijî faşîstan.
Di hêman demê de jina ciwan ku bi navê Sakîne Tolhildan ku bi eslê xwe ji Emerîka ye jî bal kişand ser şoreşa 19 Tîrmehê û rola jinê têde û got:
Ez hatin rojava yê kurdistanê ji ber ku min bihîst gel li va derê ji bo azadiyê şer dike ,û jiyanek nû dixweze ava bike û şoreşa jinê pêş bixe.
Di hêman demê de li hemberî faşîzma Dayîş û dewleta tirk a dagirker şer kir.
Li rojavayê kurdistanê faşîzma dayîş û faşîzma tirk têkçû,lê şer hîn berdewame ,dewleta tirk dixweze gelê ku ji bo jiyana azad berxwe dide tune bike,
Niha fewleta tirk li rojavayê kurdistanê gefan dixwe ,em dizanin ku Dayîş xwedî derfetek mezin bû ev derfet hemû jî ji aliyê dewleta tirk ve bûn,li va derê Dayîş bi bin ket lê dewleta tirk hîn berdewam dike em wekî enternasyonalîst ev êriş ne tenê li ser gelê kurd û erebe,û ne tenê êrişek li ser rojava ye ev êriş li ser hemû gela ye.
ev êriş li ser mirovahiyê ye ,dema ku êrişî jinê dike li her deverê êriş dike,ji bo vê dema ku faşîzim li kuderê be lazime ku em jî li wir bin,û gel biparêzin.
Di dawiyê de sakîne Tolhildan bang li ciwanên Enternasyonal kir û got:
Kesên ku dikarin werin şoreşê biparêzin bila werin biparêzin û werin pêvajoya şoreşê fêm bikin.
Her kesê ku dixweze azad jiyan bike û welatê xwe rizgar bike dikare li rojava gelek tiştan fêr bibe,û mecbûre vê welatî biparêze jî,wekî mirovahî em çawa dikarin faşîzim û emperyalîzmê têk bibin em dikarin li vê derê fêr bibin ,ji bo vê kesê ku dikare were ez dibêjim ka were û yê nikare were bila li welatê xwe li dijî faşîzmê şer bike û berxwe bide li her derê faşîzim heye em neçarin ku li wa derê şer bikin.
Her wiha ciwanê ji Avustralya Zozan Atkan ku 5 salin di nava hêzên leşgerî de cih digire û di gelek şerên di rojava de cih digire ji efrîn heya baxoz û girê spî û serê kaniyê û Tiltemir .
Atkan hestên xwe beramberî vê şoreşê û destpêka hatina wî ya şoreşê vegot û got:
dema ku ez hatime rojava ez bihêviyek mezin bûm û hîn jî bi hêvîme ,di nava 5 salên tekoşînê de min gelek erk girtin ji rojhilat heya rojavayê rojavayê kurdistanê, ji Efrîn heya Dêrezor û Serê kaniyê bi çeka destê xwe me erka xwe ya şoreşgerî pêkanî.
Di hêman demê de di aliyê xwe perwerde kirin xwe bi pêşxistin û hevalê xwejî bi pêşxistin.
Em niha nêzî salvegera 10’emîn a şoreşa rojava dibin ez di xweda dibînim û xwe têde wekî eynikekê dibînim, ji ber ku destpêkê dema ez hatime fêm kirina min a vê şoreşê ne li gorî xwestek û pêwîstiya rewşê ye, wê demê min dît ku ruxmî hemû zehmetiyan ji faşîzma Dayîş û Tirk û Rêjîma bass mirov xwe li vê derê bi rêxistin dikin,kesên ku di riya azadiyê de dimeşin ji bo min bû îlham û 5 sal derbss bûn hîn jî ji min re bi îlhame ,hîn ev meşa me berdewame ez jî di vê riyê de dimeşim ,di nava van 10 salan de ez şahîdê gelek tiştan bûm ,niha em bi şerekî re rû bi rû ne zaten di nava van 5 salan de bi gelek şeran re rû bi rû mam,di eynî demê de gelê kurd û ereb jî bi sed sala ye ku bi êrişan re rû bi rû ne,niha şerekî çekdarî li pêşiya meye ,tecrûbeyên min ji min re dibêjin ku tenê em dikarin bi şerê çekdarî bi ser bikevin ,delîl jî diyare me Dayîş têk bir, her çiqasî dewleta Tirk li pişt wan bû jî lê dîsa têk çû,wê tirk jî têk biçin,niha tiştê tê xwestin tekoşîna xwe rêvebirin û înşa kirine.
Niha em di meha Tîrmehê dane ,di vê mehê de 2 rojên dîrokî û bi ebret tijî hene ,ev ne tesedûfe ku erdogan gefên xwe di vê mehê de dixwe ,yên şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê bi pêş xistine yên ku ji 14’ê Tîrmehê îlham girtine , di hefteya pêşiya me da wê her tişt zelal bibe helwesta navnetewî wê diyar bibe ,em jî li virin emê jî rabin rabûn jî ne tiştekî sivike ku tenê bi peyv çêdibe rabûn û zanîn pêkanîne .
Di dawiyê de Zozan Atakan bang li ciwanan kir û got: werin tevlî me bibin li kêlekî me bin em mil bi mil şer bikin û pêşeroja xwe ava bikin û bi tekoşîn azadiya xwe misoger bikin .