Tiltemir_Di bin dûrişmeya “li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê” komîteya werzîşê a ciwanên şoreşger li bajarê Tiltemirê lihengiya fotbolê dan destpê kirin.
Îro li bajarê Tiltemir li gundê Tilnisrî komîteya werzîşê a girêdayî ciwanên şoreşger bi tevlêbûna 15 tîman lehengiya fotbolê dan destpê kirin.
Ev lehengî di nava gefên dewleta tirk a li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê de hatiye li dar xistin.
Di hêman demê de ev lehengî li lîstokgeha Ş.Bahoz jînda ku bi xwe ji bajarê Tiltemir bû û di demên dawiyê de di berxwedaniya zapê de şehîd ketibû ji bo bîranîna wî hat çêkirin.
Di hêman demê de ev lehengî li lîstokgeha Ş.Bahoz jînda ku bi xwe ji bajarê Tiltemir bû û di demên dawiyê de di berxwedaniya zapê de şehîd ketibû ji bo bîranîna wî hat çêkirin.
derbarê vê lehengiya di demekî kirîtîk da Endamê komîteya werzîşê a ciwanên şoreşger Ebdûlqadêr miftî ji ajansa mera axivî û got:
Ez heval Ebod miftî rêverberiya komîteya werzîş û ciwan di meclîsa bajarê Tiltemirê da,me ev lehengiya fotbolêli ser navê Ş.Bahoz jînda ku di demên dawiyê de li çiyayê Zapê çiyayê azadiyê şehîd ketiye me li ser navê wî li darxistiye.
me ev lehengî bi armanca moral dayîna tevgera ciwan û werzîşê li bajarê Tiltemirê li darxistiye ,di hêman demê de ji bo ku em moral jî bidin gel û ciwanan,ji bo ku bizanibin ku li beramberî van êriş û gefên dewleta tirk li ser herêmên me ew gefên tên xwerin ji uslubên şerê deronî û taybetin ku li beramberî ciwanên vê herêmê tê meşandin.
Pêwîste ku ciwanên Tiltemirê nekevin xefka van planan de,û van şerê ragihandinê ku li ser sanal medyayê didin meşandin .
Pêwîste ku ciwan di cihê xweda bimînin û ji cihê xwe dernekevin û li dû derewan neçin,
Di hêman demê de miftî bal kişand ser amede kariyên şerê gelê şoreşgerî li beramberî wan êrişan û got:
Dîsa jî em wek komîteya ciwan û werzîşê bi komîteya parastina ciwanên şoreşger re dikevin têkîliyê ji bo ku em amedekariya şer bikin,
Eger ku şer dest pêkir em jî wekî endamên ciwan û werzîşê jî tevlê bibin .
Em hêza xwe mezin dikin û dixwezin endaman zêdetir bikin û amede bikin.
ku ji her êrişek dagirkeriyê li ser herêma Tiltemir bi taybet û giştî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê re bibin sîber .
Ez bang li ciwanên Tiltemirê dikim ku bila werin di vê pêvajoyê de werin tevlî ciwanên şoreşger bibin ji ber eger di demek wisa da em alîkariya hev nekin tu kes ji derva nayê alîkariya me nake ,pêwîste em bi xwe bixwe bikevin nava vî şerî da û parastina xwe bikin .
[:]