Analîz

Girîngiya ziman_Hawar Efrîn

Ez ê di vê beşê de li ser têgîna ziman ji nêz ve bisekinim û bi hinek mînakên berçav rastiya zimanên xedexebûyî ,windayî û asîmîlekirî diyar bikim di nav de jî li ser zimanê kurdî bihûrgilim,yek ji têgehên ku di dîroka civakan de zêdetir li ser tê lêkolînkirin ziman û çand e,ev her du weke gewde û giyanê ji hev nabin eger em ji hev du qut bikin ,em ê ji wateya bingehîn ya ziman bibihurin.
Ger em ziman tenê weke amûreke danûstandinê ya di navbera zindiyan û mirov jî di nav de bifikirin emê di derheqê pênaseya giştî ya zimanan de tewşiyeke mezin jiyan bikin ,da ku em rastiyan winda nekin emê bibêjin:
Ziman hebûna nasnameyî û zihnî ya mane û zihniyetê ye ,ger ziman nebe çand û Dîrok jî çênabin ,weke zincîreke sereke ziman Dîrok û Çandê jî bi xwe re hildide û wateya cewherî lê bar dike ,ger mirov zêdetir li ser bikole wê têbigihêje ku civakên ku zimanê xwe ji dest dane li pey tunebûn û asîmîlekirinê rû bi rû mane û dimînin ,tê payîn ku di dîrokê de ji bilî zimanên qedexekirî bi sedan eger ne bi hezaran be ziman hatine windakirin ,jibîrkirin û yên mayî jî li ber têkçûnê ne .Ger mirov bala xwe bide vê rastiyê û lêbikole wê nas bike ku zimanên hatine windakirin bi xwe re civak jî dane pişaftin , ev jî rastiya ku rêbertiya me dibêje : “Civakekê çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemoniya zimanên din,ev jî tê wê maneyê ,ewqasî hatiye ,mêtin ,qirkirin û asîmîlekirin” rave dike.
Sedema sereke ya zû bi zû windakirina civakan ew e ku civakên li ser erdingariyekê bi ziman û çanda erdingariyeke din re têkildar dibin û bi çanda wê gelî re dibin yek bê ku haya wan ji valahiştina çand û zimanê xwe hebin e .Ev yek bi domana demê re ne tenê zimanan dipişêve her wiha civakan jî nifş li pey nifşê di qirkirina çandî re derbas dike ,rastiya ku têkilî di navbera zimanan de çêbibe ne şaş e .Lê ya ku dibe karîset ew e ku ziman ji hev du werin dizîn û birin.
Civaka kurd bi hezarê salan tevî ku devkî ye jî bi zimanê xwe yê çiyayî ê ku niha qedexebû ye hebûna xwe domandiye ,lê bi derketina zimanên nû re ango bi hatina gel û Şaristaniyên nû ji Rojhilata Navîn re hêdî hêdî li ber bayê asîmîlekirinê ketiye lê ji ber Gelê kurd hertim zimanê xwe yê devkî parastiye heya roja îro zimanê kurdî di berdewamiyê de ye ,li kêleka wê zimanê turkî hebûna xwe li ser vî zimanî didomîne û zimanekî lihevçêkirî ye ku pê tê axaftin û nivîsîn,ya ku li ser zimanê kurdî tê kirin ne tenê asîmîlekirine ,di rastiyê de koka zimanê kurdî jiholêrakirine.
Zimanê kurdî jî weke her zimanên qedexebûyî bi berxwedaneke mezin li hember têkçûnê serî hil da ye ,me berê jî li ser vê yekê gotibû .Erdingariya Kurdistanê .Şert û mercên vê erdinîgariyê cudahiyeke mezin di navbera rewşa zimanê kurdî û zimanên din de çêkiriye .
Gelê kurd ji ber ku her tim di dîrokê de rastî sîstemên hegemondar yên cur bi cur hatiye ango mêtîngerên ku derketine di Kurdistanên de navenda şer û pevçûnan hilbijartine.
Vê yekê hêştiye zimanê kurdî bi her cure mêtîngeriyê yên cur bi cur re bimîne ,zimanê kurdî destpêkê bi qanûnên hesin û pê re bi rê û rêbazên xapînok û klasîkî hatiye dejenerekirin,lê ji ber ku gelê kurd gelekî çiyayî û di nava xwezayê de hertim jiyana xwe berdewamkiriye û nehiştiye ku zimanên cuda di ser zimanê wan re were dîtin vê yekê hêştiye ku zimanê kurdî bi hêza xwe careke din berdewam bike ,her çiqas êrîşên berfireh bi ser zimanê kurdî de hatibe jî lê zimanê kurdî ji ber bi koka xwe ya aryanî pir kevnare her li dijî qirkirinê serî hilda ye û berdewam kiriye .
(Bi gelemperî ger mirov bi zimanê xwe nenivîse ,jiyan neke,bêhn nekişîne ,nekene û nexwîne ew di rastiya xwe de mirî jiyan dike ).

Başa dön tuşu