Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwanên Şehba li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo daxweyanî dan[:]

[:ku]

Îro li navçeya Ehdas ya Kantona Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtya jinên ciwan yên herêma Efrînê li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî dan ,daxuyaniyê piştî deqeyek rêzgirtin dest pê kir ,di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber APO “24 “salên xwe bi tekoşîneke Dîrokî li hemberî sîstema  Modernîteya kapîtalîst û Mêtînger qedandin ,tevî hemû şert û mercên bê hiqûqî,bê rêgezî û heya ji rastiya exlaqîbûnê jî dûr in ,Rêber APO ev yek bi seknekî berxwedêr red kiriye û bi Berxwedaneke mezin ber xwe dide,dewleta Tirk û hemû hêzên Împryalîst nikarîne vê yekê bi tecrîdê bişkînin cezayê dispilînê jî li ser rêberê me dane sepandin ev cezaya dispilînê armanc jê ew e ku Rêberê me teslîm bigirin lê şert û mercên îro ne yên berê ne û sekna rêberê me jî ne ew sekna ku li ber sîstemên dagirker çûng deyne ye Rêber APO ev pilan û komplo ji roja destpêkê ango ji Dîroka (1999)an ve vala derxistiye û pûç kiriye ,ji ber vê yekê ye ku di bin pêşengtiya Îngiltre û Emerîka de rêbazên tecrîd û cezayên dispilînê di şexsê rêberê me de tên pêkanîn her wiha hat diyarkirin ku di şexsê rêberê me de Dîrokek hatiye tecrîdkirin û zindankirin ,rêberê me pêşengtiya parastina Dîroka (15000)pazdeh hezar sal kiriye ango parastina nirxên herî kevnar û bi kok yên mirovahiyê kiriye ,da ku tecrîd were fêmkirin divê dîroka (15000)salî were analîzkirin.
Heya ku em agahî ji rêberê xwe negirin emê hemû kolanan vegerînin cihên serhildan û tekoşînê ,heya ku em rêberê xwe Fîzîkî azad nekin emê dev ji tekoşîn ,israrbûn û çalakiyên xwe bernedin ,Rêber APO ji bo me jîngeha ku roj lê naçe ava ye ,êdî dem hatiye ku em deriyê Îmralî bişkînin û bighêjin azadiyê ,em êdî tu car bawariya xwe bi yek carî jî bi rêxistinên xwe mafdar dibînin nakin ,ji ber hînî nikarîne mafê xwe bi dest bixin û biparêzin di dawiyê de daxuyanî bi siloganên BÊ SEROK JIYAN NABE û BIMIRE DAGIRKERIYA TIRK bi dawî bû .

[:]

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu