NASNAMEYA CIWANTİYÊ
Da ku em bi hurgilî nasnameya ciwantiyê pênase bikin divê em ciwantiyê bidin nasîn di tevahî şoreşên cîhanê û serhildanên gelêrî yên li dijî Mêtîngeriyê ku di Dîrokê de rabûne bi awayekî yekser ciwan û jinên ciwan bûne bersiva lezgîn ,
ango di kêliya tê xwestin de ew weke
cîvayê li wir in ev yek jî rastiya rêxistinbûna tam û rast diyar dike,di nava hemû çandên cîhanê de çanda ciwantiyê tê dîtin di nava axa Kurdistanê de jî çanda parastina rawa li dijî xiyanet û dagirkeriyê hertim xwe daye pêş ji ber rewşa xaknîgariya Kurdistanê ji hemû xaknîgariyên din cuda ye da ku em vê yekê ji hev du derbixin divê pêşî em erk û misyona ku dikeve ser milên ciwanên kurd bizanibin ,axa Kurdistanê ji çar hêlan ve rastî mêtîngeriyeke topyekon hatiye her wiha di rêveçûna dîrokê de bûye navenda şerê Împrator ,mîrnîşîn,dagirkerî û serhildêran ev yek jî teqeziya stratejiya vê xaknîgariyê diyar dike ,heta ku ciwanên kurd rastiya Kurdistan( mêtîngere) ji hev du dernexin wê nikaribin rastiyan zûtirîn ji hev du derbixin ,yek ji nimûneyên gerdûnî şerê Vîtnam e ,di dîroka gelê kurd de jî ciwan her dem bûne mertalên zindî li dijî xeta paşevrûtî û xiyanetê ya rastî rewşa Kurdistanê rê nedaye ku ciwanên kurd weke ciwanên her netewekê jiyan bikin ,tevger bikin û serbest û azad bin ,di Kurdistanê de her dem mêtîngeran xwestiye bi qanûnên hesin gelê kurd di komkujî û jînosaydan re derbas bikin ango xwestine navnîşan û hebûna gelê kurd a Çandî ,Dîrokî û heya Etnîkî jî ji holê rakin û biqedînin,lê bi derketina tevgera azadiyê re hevkêşe û pilanên hemû mêtîngeran serûbinî hevdu bû ,di şexsê rêheval Mezlûm Doxan ,Mehsûm Korkmaz ,Kemal Pîr û Elî Çîçek de sînorên koletî û paşverûtiyê şikîn ,şehîd Zeyneb Kinacî bi nasnavê xwe yê tevgerî Zîlan ji vê pêvajoya dîrokî û di heman demê de komploya li ser rêber APO ku ji aliyê hemû hêzên Împryalîst ve pêk dihat re bû bersiva dîrokî,vê hevalê xwestiye nameyekê bigihîne Rêber APO û gelê xwe ku tu kes nikare roja me tarî bike ,ev çalakî kiriye destpêka pêngaveke nû ya têkbirina xeta xiyanet û dagirkeriyê .Çalakiya şehîd Zilan guhartineke mezin di dîroka PKK û gelê kurd de çêkir 30’ê hezîrana 1996’an ne tenê bersiva ji komplogeran re bû di heman demê de sînor ji xeta koletî û dagirkeriyê re danîn bû yanî dem hatibû ku li her çar hêlên Kurdistanê Zîlan biafirin ,derkevin û zindî bibin.Ji bo danasîna vê çalakiyê rastiyeke ku hesin li ber dihele û winda dibe pêwîst dike ji ber ne ziman û ne jî destan dikare vê cesaretê rave bike ,ev îradeya ku ji pola di dilê vê hevalê de hatiye afirandin li gel leşkerên dijmin jiyan û mirin kiribû yek ango hemû rayedarên payebilnd xistibûn şewqê de ku çawa vê hevalê kariye çalakiyek wisa bi dispilîn ,pîvan û serkeftî tam di nava dilê faşîzmê de pêk bîne û bi ser bikeve ,Rêber APO çalakiya Zîlan weke manîfestoya azadiyê dide nasîn ,ji ber ev çalakî bû mîrasa hemû çandên berxwedêr yên Dîrokê.
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li ser bingeha van çalakiyên Dîrokî û bi bandor rêxistinbûna leşkerî û îdyolojîk ya ciwan û jinên ciwan dest pê kir û kete meryetê .Çalakiya vê hevalê bingeheke bi hêz û ne normal di nava çanda şoreşkirinê de afirand ,êdî bi hezaran bi rihê Zîlan hatin çêkirin û di bin sîwana Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe rêxistin kirin ,ne tenê di Rojavayê Kurdistanê de li çar hêlên Kurdistanê jî bandora vê çalakiyê belav bûye.Bi destpêkirina şoreşa Rojava re rihê şehîd Zîlan di her şervanekî û şervaneke azadiyê de weke stûna bingehîn a jiyaneke bi rûmet hatiye mezinkirin û bilindkirin ,Zîlan di Dîroka tevgera azadiyê de bûye manîfestoyeke ku hemû rastiyên gelê kurd di kesayeta xwe de bi pîvan kirine ,parastine û mezinkirine ,vê potensiyala bê hempa dawî li hemû bênasnemebûna kurdiyetê aniye ango mehkum kiriye û bûye alternatîv ji hemû pirsgirêkên netewî,zimanî,çandî û manewî re. Armanc ji vê fedekariyê yekser parastina xeta apogeriyê ya ku qet têk naçe û bilind dibe bû .
Di cewherê xwe de pêvajoyeke nû bû.
Ehmed Hesen nivîsiye