[:ku]
Evîna kurd ,di kurdistanê de .
Hestên te çi ne?
Gelo cesareta te heye bînî ser ziman ?
Lê gotinên milet, ew ê çi bibêjin ?
Ma tu dixwazî derewan bikim ?
Lê ma Çend rastiyan tu bibêjî wê qebûl bikin?
Şad, bextewar, dilxweş û aşiq, rastiyan nenixumînin . Bila yê ditirse, xwe li pişt dîwara veşêre. Ne tu!.
Ev ne gotin e ku ez tînim ser ziman ,ev hestên jiyanî ne!.Ez behsa rastiya hest ,Vîn ,Eşq ,hêz ,îrade û refleksa li dijî bê bexitewariyê dikim .
Hestên ku ber bi bilindbûyînê ve hildikişin, nirxekî giranbuha û ji rêzê didin rûniştandin .Dema daxwaz û cesaret hebe ,armanc wê serkeftî be .Kêfxweşî ,dilxweşî û xemgînî !gelo ev hest demkî ne derdikevin pêş ?Di jiyanê de rista xwe dileyîzin .Ev hestên xapînok û derwîn ,çima li pêşiya me jiyanê asteng dikin , bê bawerî û sextebûnê didin pêş , dixwazim kûrahiya vê yekê hûn bizanibin û xwe jê rizgar bikin ,êdî bese ji êş û azarên me re rastiya ku li pêşiya çavên we bibînin û li ser wê rastiyê jiyan bikin.Ji bo bi serbestî û li gorî rastiya xwe bijî.Xwedî hest û vîn be,tu yê her tişt biafirîne .
Tu jiyan bikî .
Ne jiyan te bide jiyankirin .
Bi hestên xwe serbilin be.
Bi vîna xwe bawer be .
Bi jiyana xwe re heval be , Bi dûristî bijî..
Hêz ! Vîn ! Jîn….
Role Mihemed
[:]