[:ku]
Di bin dirûşmeya LI DIJÎ XIYANET Û DAGIRKERIYÊ WERIN CENGA AZADIYÊ Ragihandina ciwanan civîna xwe ya du mehan li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir ,piştî xwendina raporan ya her qadekê beşa rewşa rêxistinî hate vekirin û rewşa siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêve girêdayî ,ewlehiya herêmê û gefxwarinên dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê û çawaniya tevgerkirina li gorî wê pêvajoyê bû rojeva civînê ,piştî qedîna rewşa rêxistinî û siyasî gelek goftugo û pişniyar û pilansazî ji bo demên pêş hatin girtin û li ser wê bingehê pilansaziya kar û xebat hat kete erkê de , di çarçoveya civînê de endamên RAC yên pêkhateyên ereb û kurd ji ajansa NÛÇE CIWAN re axivîn .Di axaftina xwe de encama civînê ,çareserî û çawaniya pêşxistina asta kar û xebat goftugo kirin ,her wiha êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê pêk tên ji bo wê soza pêşxistin û bilindkirina asta kar û xebat hat girtin ku li ser wê bingehî û bi wî rihî têkoşîneke bê hempa bê meşandin .
axaftinên endamên ragihandina ciwanan wiha ye :
Ehmed Efrîn wiha axivî û got:
Navê min Ehmed e ez kar û barê ragihandinê ya tevgera ciwanên şoreşger ya Kantona Şehbayê û Efrînê dikim,îro me civîna xwe ya ragihandinê li dar xist destpêkê kar û xebatê ku li ser asta giştî herêman hat nirxwendin her wiha di heman demê de jî kêmasiyên ku derbas bûne di ber çavan re hatin derbaskirin û çareseriyên guncav ji bo wan pirsgirêkan hatin dîtin ,di derbarê vê yekê de rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û rewşa sûrî bi giştî hate nîqaşkirin ,bi gelemperî rewşa herêmê di çi astê de ye ,gefxwarinên dewleta tirk li ser herêmên me di heman demê çi pilanên ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye tê kirin ev jî kete nîqaşê ,ya dîtir pilansaziyên ku di demên pêş de werin kirin çêbûn ,bi gelemperî mirov dikare bêje bi giştî kar û xebat hate nîqaşkirin û karê ku hatiye kirin kete nîqaşê de her wiha li gorî wê pêvajoyê jî were tevgerkirin di heman demê de jî li gorî perspektîvên Şerê Gelê Şoreşgerî were tevgerkirin ,çawaniya piştigiriya Berxwedana gerîla hat nîqaşkirin bi giştî wê ev civîn bibe bingehek ji demên pêş re ku em karibin bibin bersiv ji vê pêvajoyê re .
Her wiha ji pêkhateya ermen sara gurbiyan jî bal kişand ser misyona vê civînê û got:
navê min Sara Gurbiyanim ji encûmena civaka ermenim weke endama Ragihandinê ya demê kar û xebat dikim ,îro civîna me bû em weke pêkhateya Ermen derbasî vê civînê bûn ,ji pêkhateya kurd û Ereban ev civîn çêbû ,piştî du mehan em civîna xwe çêdikin me pilansaziyên kar datanîn ku emê weke ciwan li ser çi kar bikin ev civîn baş derbas bû me gelek encam jê girtin û me diyar kir ku emê di du mehan de çi karî pêş bixin weke ciwanê ermen ,kurd û ereb .
Fqtimê hilal jî wisa axivî:
Fatimê Hilel endama Ragihandina ciwanên şoreşger û pê ve girêdayî ez endamtiya Ragihandina RAC dikim ,îro me civîna giştî ya ciwanên şoreşger a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriye li dar xist bi giştî mijara civînê di derbarê êrîşên dawî yên dewleta tirk ya dagirker de bû ,bêguman ev êrîş encama lawazbûna dewleta tirk e .Êrîşa wê ya dawî jî li ser heval Ferhad Şibilî bû. Armanc girtina Ferhad Şibilî armancgirtina Şoreşa Rojava û şoreşa Rêveberiya Xweser giştî ye .Em weke Ragihandina ciwanên şoreşger û RAC vê êrîşê bi tûndî şrrmezar dikin û em teqez dikin ku emê li dijî vê yekê li ber xwe bidin em di israrbûna xwe de tekûz in û Berxwedana me bi vê şoreşê re heya dawiyê ye ,ev êrîş me lawaz nakin berovajî wê hînî me bi hêz dikin û Berxwedan ,hêz û îsrara me zêde dike .
Di dawiyê de civîn bi soza mezinkirina Şoreş û bilindkirina asta Berxwedana li dijî dagirkeriyê civîn qediya.
[:]