​​​​​​​HRE: 7 çeteyên dagirker hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn

0
325

Di du çalakiyên cuda yên HRE`yê di meha Hezîranê de li bakurê Sûriyê li dijî dagirkeran pêk anîne de, 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî her du çalakiyan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Li hember êrişên bênavber ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser heremê li dar dixe, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de:
Di roja 17ê Puşperê de, li gundê Eblê ya bajaroka Babê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên taybet hatin li dar xistin. Di encama wan herdu çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek hat rûxandin.”

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz