Jinen Ciwan

Sozdar Avêsta: Jinên Ciwan Tenê Dikarin Di Nava Têkoşîna Azadiyê De Nefes Bigrin

“Xeta me xeta Bêrîtana ye, manîfestoya me ya jiyana azad xeta Zîlana ye, sekna û berpirsyartiya Rêber Apo xeta Semaya ye, dîsa wekî fermandara hêzên gerîla, hêzên taybet ya hevala Gulana ye”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta, bang li jinên ciwan kir. Sozdar Avêsta bi riya hevpeyvîna ku ji sîteya me re daye bang li jinên ciwan kir û got ku “Em bawerin hûnê divê demê de jî rolê xwe yê herî girîng bilîzin û hûnê beşdarbûnên xwe çêbikin û di hemû qadan de ava kirina netewa demokratîk de li hemberî modernîteya kapîtalîst jiyanekî alternatîf, jiyanekî azad, jiyanekî wekhev û demokratîk re hûnê pêşengtiyê bikin.”

Bi tevahî axaftina Sozdar Avêsta wiha ye;

‘Yê ku xwe di xeta fikir û ramanên Rêber Apo de bi rêxistin bike, xwe zane bike helbet ew jinên ciwanin’

“Ji çiyayên azad cihê berxwedana rûmetê, parastina Kurdistanê, ku îro di pêşengtiya gerîlayên azadiyê YJA STAR û HPG’ê de lehengiyeke bê hempa tê meşandin. Tevahî jinên ciwan, keçên bedew we tevahiya bi rêzdarî û hirmet silav dikim, hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Di pêşengtiya jinên ciwan de, ew pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye’ û bi şîara ‘Werin Cenga Azadî’, ku destpêka wê 8’ê Adarê û newroz 50’î sala meşa azadiya Rêber Apo de destpêkir, hîna jî heya niha bê navber dewam dike. Ez jî vê berxwedaniya we silav dikim û pîroz dikim. Jinên Ciwan ên leheng û rêzdar weke ku tê zanîn îro di Kurdistanê de bi taybetî faşîzma dewleta Tirk weke AKP-MHP û bi xiyaneta PDK’ê ku bûne yek, êrîşekî pir dijwar û bi her awayî berfireh li ser tevahî Kurdistanê gelekî cur bi cur berdewam dikin. Her dawî di 17’ê Nîsana vê salê de carekî din êrîşekî dijwar a dagirkeriyê, bi armanca tunekirina gerîla û di şexsê gerîlayên azadiyê de qirkirina tevahî kurdan û bi taybetî jî şikandina hêviyê jina û azadiya jinan armanca kir. Lê belê li hember vê dagirkeriyê ku îro li Zap, Metîna, Avaşîn û tevahî cihên ku gerîla tê de têdikoşe berxwedanekî bê hempa û bi rûmet tê meşandin. Ê ku mohra xwe li vê berxwedanê dide gerîlayên azadiyê yê YJA STAR’an, ew jî jinên ciwanin, pêşengtiyekê didin diyarkirin ku heya niha tu carî mirovatiyê ev berxwedana jê re şahidî nekiriye. Evya em dizanin kî îro keçên ciwan bi pêşengtiya Komalên Jinên Ciwan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo di pêşengtiyê xeta azadiya jinê a partiya jin PAJK’ê de. Li tevahî Kurdistanê û derveyî welat îro êdî bûye hêvî, bawerî û zanista tevahî jinan. Ê herî zêde dixwaze xwe di vê xetê bi rêxistin bike, xwe zane bike, xwe bi rihê têkoşînê bighîne helbet ew jinên ciwanin.”

‘Emê di xeta Zîlana, Semaya, Gulana û Bêrîtanan de vê têkoşînê teqez bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

“Bi taybetî li Kurdistanê û di tevahî herêmê de, heya di tevahiya Kurdistanê de, li ser jin siyasetekî qirkirinê tê meşandin, siyasetekî destdirêjahiyê tê kirin, siyasetekî ku jin bi hemû awayî kole kirin, bindest kirin û ji derveyî pergalê hêştin heye. Herî zêde jî bi riya siyasetekî taybet tê meşandin. Ev siyaset wekî jinên ciwan bi her awayî dijminê wê dixe nava ne naskirinekî û wê dikşîne nava pergalekê, ev jî weke zihniyeta pergalê serdest a modernîteya kapîtalîst wekî jahrekê li tevahî civakê belav dike. Îro em dibînin pergala modernîteya kapîtalîst herî zêde ew zihniyeta xwe ya lîberal ku wekî azadî dide diyarkirin, bi xapandinekî zêde, û herî zêde jî li ser jinan plan û projeyên xwe dide avakirin. Jinên ciwan li herderê di bin êrîşên pergalê de ne, di hêla pergalê de êrîş tên serê, di aliyê dewlet û malbatê de êrîşên tên serê, diçe kîjan qadê jiyanê di bin êrîşan de ye. Cihekî azad ku jinên ciwan tê de karbin nefes bigirin, tenê qadên Herêmên Parastina Medyayê ye û nava refên têkoşîna azadiyê ye. Ji bo ku vê jî tune bikin û bi her awayî wê têk bibin, îro em dizanin ev êrîşên hovane têne meşandin. Ji xwe em dizanin wekî ku Rêber Apo jî daye diyarkirin şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn şoreşa azadiya jinê ye. Şoreşa azadiya jinê jî bi pêşengtiya jinên ciwan ên pêşeng ên zanist, ên xwedî keramet, rûmet û xwe wekî lehengan bi rêxistin kirine bi wan kesayetan pêkane ye. Hevalên hêja û bi rûmet, hûn dizanin em di meha Hizêranê de ne, meha Hizêranê di dîroka têkoşîna me ya azadiya jinê de cihekî xwe ya taybet û birûmet heye. Meha Hizêranê meha şehîda me ya mezin ya ku wekî xwedawenda me û dîsa wekî xwedawenda azadiyê rêheval Zeyneb Kinacî, rêheval Sema Yûce û dîsa rêheval Filîz Yerlîkaya şehîd Gulan e. Her sê hevalên me yên ku di vê mehê de şehîd ketine, her yek ji wan jiyana wan, reng û şihadeta wan bi xwe ewya manîfestoyekî jiyana azad nîşanî me dide. Ez di şexsê van sê hevalan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê, pêşengên şoreşê û yên ku xwe di hemû kêliyan de, di hemû deman de wekî Zîlanan, Bêrîtanan, Gulana û Sema, di xeta wan de têkoşînê bilind dikin, û tevahî tevlî xeta şehîdên bê mirin dibin. Ez tevahî şehîdan di şexsê şehîdên meha Hizêranê de bi rêzdarî, hirmet û bi minet bi bîrtînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Em vê sozê carekî din dubare dikin, ku emê di xeta Zîlana, Semaya, Gulana û Bêrîtanan de vê têkoşînê teqez bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Misogerkirina vê jî li erkê xwe xwedî derketine.”

‘Divê her jineke ciwan beşdar bibe, pêşiya we vekiriye hûn dikarin heya dawiyê beşdar bibin’

“Erka jinên ciwan gelekî diyare, divê jinên ciwan viya baş bizanibin, her kêliyekî di nava pergalê de mayîn hîn zêdetir ji cewherê xwe dûr dikevin, ji hebûna xwe dûr dikevin, dîsa ji nirxên xwe yên jinbûnê û ji nirxên xwe yê ku ji bo azadiya bi dest bixînin ji bûna wan dûrketineke. Xwe derxistina derveyî pergalê bi hemû awayî li kuderê dibin bila bibin, xwe beşdarî nava têkoşînê kirin û li erkê xwe xwedî derketin erka her jinekî ciwan e. Jinên ciwan li kîjan qadê dibin bila bibin, wekî ku îro çawa di nava tevgera me de, wekî pêşengtiya PAJK’ê di nava PKK’ê de, wekî ku çawa pêşengtî ji tevahî şoreşê re dike, dîsa li hember faşîzma dewleta Tirk li tevahî qadên gerîla ku îro çawa pêşengtiyê ji şerê mezin ya dîrokî re dike û rûmeta tevahî mirovahiyê diparêze, Kurdistanê diparêze. Li hemû qadên din yên şoreşê li Bakur û Tirkiyê, li Rojhilat û Îranê, li Başûr û Îraqê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê û li derveyî welat bi giştî, li her qadekî divê kî jinên ciwan bi erka xwe ya pêşengtiyê rabin û erkên xwe yê demê bizabin. Hevalên hêja û bi rûmet îro jinên ciwan xwedî rêxistinin, wekî Komalên Jinên Ciwan xwedî ezmûnên girîngin û xwe bi rêxistin kiriye, li her qadekê xwedî sazî ye, li her qadekê xwedî rêxistine. Divê her jineke ciwan xwe bi rêxistin bike û beşdar bibe. Dibe ku hinek jinên ciwan bibêjin emê çawa xwe beşdar bikin, em nizanin emê çibikin, malbata ji me re astenge, pergal ji me re astenge, dibistan ji me re astenge, serdestiya zilam ji me re astenge. Lê belê divê hûn viya baş zanibin ku tenê astengiyek pêşiya we heye ew jî ewe ku hûn bi xwe bibin xwedî îradeya xwe, hûn biryarên xwe yên rast bidin, hûn karbin beşdarbûna xwe di mêjiyê xwe de, di dilê xwe de, di rihê xwe de viya bidin. Pêşiya we vekiriye hûn dikarin heya dawiyê beşdar bibin.”

‘Têkoşîna 50’î salî ya xeta Rêber Apo tevgera azadiya jin jî xwe bi rêxistin dike’

Binêrin îsal tevgera me bi newrozê viya da diyarkirin 50’î sal Rêber Apo ew meşa azadiyê didomîne, û îro di bin tecrîdekî girankirî de ye. Faşîzma dewleta Tirk hemû êrîşên xwe destpêkê di grava Îmraliyê de li ser Rêber Apo dide diyarkirin, dide meşandin û dixwaze gotinekî Rêberê me jî negihêje nava civakê û bi taybetî jî negihêje destê jinan. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ew pêngava ku hatiye destpêkirin, pêngavekî gelekî girînge, pêngav heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were, divê ku bê berdewam kirin, hûnê jî divê nava vê de bi pêşengtî, bi rêbertî û bi rêhevaltî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bibin û fîzîkî azadiya Rêber Apo misoger bikin. Em dizanin îro li her qadekî têkoşînê, di nava qadên gerîla de lehengiyekî mezin tê kirin, binêrin hemû cûreyên çekên qedexekirî, çekên jehrî, dîsa bigre heya çekên teknîkî ku hemûyan li ser gerîla pêktînin, dixwazin gerîla bifetsînin. Divê em bizanibin ku emê li her qadekê bibin nefesa gerîla, bibin dengê gerîla, xwe başdar bikin û li dûra wana bibin xeta berxwedanê bi pêşbixînin. Keçên ciwan, jinên ciwan ên leheng, ên bedew, ên çalak û çalakvanan. Wekî Rêber Apo gotî jina ku têkoşîn bike, ewê azad bibe, jina ku azad bibe, xwaşik dibe û yê ku xwaşik bibe jî tê hezkirin. Eger ku jin têkoşîn neke, azad nebe, çalak nebe, xwaşike nebe, jê nayê hezkirin jî. Bi navê hezkirinê tiştên ku niha dixwazin bi xapandinê, bi sextekarî, dirûtî, bê exlaqî, bê wijdanî ku dixwazin li ser tevahî civakê hakîm bikin, û bizanibin ewana hemî tiştên derewînin. Em viya îro dibînin di Kurdistanê de şerê taybet, bi taybetî li ser keçên ciwan çawa dide meşandin, herî zêde wan dîsa kontrayên xwe, polîsên faşîst, hemû eskerên ku bi awayekî taybet hatî perwerde kirin, li Kurdistanê wana bi cih dike, û dixwaze wan yek bi yek bi keçên ciwan re li bixe nava têkiliyan û wan bi xwe ve girê bide, da ku bi vê rêbazê bê exlaqiyê di Kurdistanê bi pêşbixîn e. Dîsa madeyên hişber ên ku bi pêşdixîne, dîsa hemû malên ku taybet ava dike, bi taybetî jî wekî fihûş û di milê cins de, cinseltiya ku dixwaze bi pêşbixîne, evana hemû êrîşên şerê taybetin. Mûmkîne ku hûn jî viya bibêjin em çawa li hember viya bisekinin, têkoşîna 50’î salî ya xeta Rêber Apo tevgera azadiya jin jî xwe bi rêxistin dike. Bi deh hezaran me di vê oxirê de şehîd dane. Îro em li tevahî Kurdistan û derveyî welat, li tevahî parzemînên cîhanê, îro em zanin têkoşînekî mezin tê meşandin.”

‘Xeta me xeta Bêrîtana ye, manîfestoya me ya jiyana azad xeta Zîlana ye, sekna û berpirsyartiya Rêber Apo xeta Semaya ye, dîsa wekî fermandara hêzên gerîla, hêzên taybet ya hevala Gulana ye’

“Binêrin îro li her derekî ji bo azadiya Rêber Apo derketinekî mezin heye. Hemleyekî pir mezin û berfireh tê berdewam kirin. Mêze bikin îro di serî de li Îngilterê, piştre li tevahî parzemînên cîhanî pêl bi pêl ev têkoşîn belav dibe. Sendîka, rêxistinên sivîl, û dîsa tevahî qada civaka ku xwedî li azadiya xwe digere, di pêşengtiya jin û ciwanan de, jinên enternasyonal ên ciwan rolekî mezin tê de dileyîzin. Ez bi tayber jinên enternasyonal ên ji tevahî pêkhateyan, dîsa yên herêmê, ên ku beşdarî vê şoreşê dibin, ji bo azadiya xwe tê dikoşin, ez bi taybet wana silav dikim. Îro ew rastî jî tam ketine riya azadiyê, ew jî îro dibînin ku tenê azadî di fikir û ramanên Rêber Apo de, di xeta azadiya jinê ya ku li Kurdistanê bi pêş dikeve de misogere. Îro carekî din ez dixwazim binî vê xet bikim, berê me gereke li berxwedana gerîla be, berê me lazime li Zap, Metîna, Avaşîn, Botan, Dêrsim, Amed, Garzan û dîsa li tevahî qadên din yên têkoşînê be. Divê her kes viya bizanibe, eger berxwedana Zapê bi ser bikeve û serkeftî ye, wê demê hemû jin wê gavekî din nêzî azadiya xwe bibin. Wê karbin hîn zêdetir rola xwe di nava civakê de bileyîzin. Li milekî berxwedanê xort bikin û beşdarbûna xwe çêbikin, li milê din jî di nava civakê de divê yek jineke ciwan jî bê rêxistin nemîne. Divê her jineke ciwan mutleq karibe di nava têkoşînê de tiştekî bike. li kuderê faşîzm hebe, li kuderê dagirkerî hebe, li kuderê ser jinê êrîş hebe, li kuderê ku dixwazin jin bindest bikin, divê li wê derê jinên ciwan xwedî rêxistin bin, xwedî helwest bin, parastina xwe ya rawa mutlaqa wê pêkbînin. Divê hûn vê jî bizanbin îro parastina rewa di pêşengtiya jinê de destpêkiriye, beriya vî 30’î salî heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji bo ku nekeve destê hêzê xiyanetkar û li hember îxanetê helwest girt da ku nekeve destê wan çawa bû ku bi xeta xwe ya berxwedanê xwe di tehtan re avêt. Ev bû 30’î sale jî jina Kurd, li Kurdistan û tevahî herêmê têkoşînê dide meşandin. Xeta me xeta Bêrîtana ye, manîfestoya me ya jiyana azad xeta Zîlana ye, sekna û berpirsyartiya Rêber Apo xeta Semaya ye, dîsa wekî fermandara hêzên gerîla, hêzên taybet ya hevala Gulana ye. Bi taybetî milîtanên ku îro li Zap, Metîna û Avaşînê de ne di yekîniyên YJA STAR’ê de ne. Divê ku em viya baş bibînin û li gorî viya jî tevbigerin.”

‘Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin’

“Hevalên Hêja û bi rûmet, jinên ciwan keçên bedew û leheng, wekî tê zanîn îro li Kurdistanê li ser tevgera azadî, di şexsê Rêber Apo de êrîşê qirkirinê û dîsa dagirkirina Kurdistanê, bi hemû dijwariya xwe û bi berfirehî konseptekî berdewam dike. Heman demê niha li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariya êrîşekî dagirkeriyê tê kirin. Bi destê faşîzma AKP’ê şefê faşîst Erdoxan û Bahçelî û xiyaneta PDK’ê li ser civaka me ya Êzîdî êrîş di van demên dawiyê de hatin pêkanîn. Metirsiyekî ku tam nehatiye derbas kirin. Li tevahî Kurdistanê îro dixwazin hêviya tevahî jinan, keçên ciwan û tevahî mirovahiyê dîsa reş bikin, têk bibin û bixînin. Ji bo ku em alîkariya vê nekin, em xeyalên dijminan û xeyalên dagirkerinê ya ku dixwazin pêkbînin têk bibin. Kurdistanekî azad, Rêberê Azad û jiyanekî azad misoger bikin. Ew pêngava ku hatî destpêkirin, di pêşengtiya jinên ciwan û Komalên Ciwan de ‘Werin Cenga Azadiyê’, pêwîste ku ew li hemî qadan bê bi pêşxistin. Tevahî ciwanên Kurdistanê, tevahî di pêşengtiya jinan de, li kuderê dibin bila bibin, ewê li vê têkoşîna bi rûmet xwedî derbikevin. Ji bûna vê ez dibêjim careke din li dûra berxwedana gerîla ku di pêşengtiya YJA STAR’ê de tê meşandin, em we hemûyan dawet dikin ku beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li ser vî esasî ez careke din we hemî endam, xebatkar, kesên ku li hemû qadan têkoşînê dikin û kesên ku lêgerê wan azadiye, ez ji Herêmên Parastina Medyayê, ji çiyayên azad we hemûyan careke din silav dikim, hirmet, hezkirin û bêrîkirina xwe pêşkêş dikim. Dibêjim ji bûna azadiya Rêber Apo em misoger bikin, ji bo ku em karbin êdî di welatekî azad de jiyan bikin, “Werin Cenga Azadiyê, Werin Cenga Azadiyê, Werin Cenga Azadiyê, Werin Govenda Azadiyê”. Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin.”
Çavkanî: malpera komalên jinên ciwan

Başa dön tuşu