Jinen Ciwan

Ji bo bîranîna sê jinên têkoşer li Kobanê meş

Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna sê jinên têkoşer (Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî) meşek li darxistin.
Îro li bajarê Kobanê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a faşîst li gundê Helince li dijî sê jinên têkoşer pêkanî bû (Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî), meşek hate li darxistin.

Meş ji ketina gundê Helinceyê ber bi cihê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin destpê kir. Her wiha bi dirûşmeyên, Bijî berxwedana jinan û bijî berxwedana gerîla, bi dehan jinên ciwan tevlî vê meşê bûn. Heman demê de çalakvanan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kirin.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed her sê jinên têkoşer bi bîr anî û wiha got, “Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina vîn û hêza jinan e. Lê divê bê zanîn ku jin îro ji doh bi hêztirin. Li eniyên pêş li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji ber jinên Kurd li her qadê pêşengiyê dikin, ev yek bi zora dijmin diçe. Dixwazin hêza jinê bişkînin. Lê em soz didin ku bi hezaran jin wê şopdarê xeta her sê şehîdên şoreşger bin. Em dijminê xwe baş nas dikin û wek jinên ciwan em ê erka tolhildanê hildin ser milên xwe û heya dawiyê soza têkoşînê didin.”

Piştî daxuyaniyê jinan her sê jinên têkoşer li cihê bûyerê hatin bi bîranîn.

Başa dön tuşu