[:ku]
Ciwanê ji Başûrê Kurdistanê ku ji xizmên şehîd Doctor Aram e, ji sekn û kesayeta wî bandor bû, ser vê esasî biryara xwe ya tevlîbûna nava refên PKK’ê bû.
Li hember hemû êrîşên qirêj û faşîstane ji bo dagirkirina axa kurdistanê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihekî fedayî bê navber derb li dagirkeran dixin û berxwedanekî bê hempa raber dikin. Li ser vê bingehê ji bo mezin kirina berxwedana gerîla ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate ragihandin. li ser vê esasê ciwanek ji Başûrê Kurdistan li ser şopa şehîd Doctor Aram, ji bûna berdewamkirina xet û pêkanîna armancên wî ve tevlî nava refên gerîla bû.
Ciwanê bi nasnav Aram wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Yad Adil e, min ji bo pêşeroja xwe riya gerîla hilbijart û ezê riya xwe di vê xetê de dewam bikim. Ez vê peyamê ji hemû xizmên xwe re dişînim, ez bi saxî gihîştim çiya û navê min ya kod niha Aram e. Ger ez şehîd bikevim, ezê di vê riyê de bi şerefekî mezin şehîd bikevim, an jî ezê ji bo azadiya vî welatî têkoşîn bikim.”
Di dawiyê de Aram bang li tevahî ciwanan kir ku tevlî nava refên gerîla bibin bi vê rengî axaftina xwe dewam kir; “Li ser vê esasê bangawaziya min ji hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê re heye ku ew jî werin tevlî nava refên gerîla bibin. Bi tevlîbûna nava refên gerîla re wê sîstema koletiyê parçe bikin. Bi tevlîbûna nava refên PKK’ê re, ancax em jiyana ne xwaş û bê pêşeroj derbas bikin. Riya xilasbûnê tevlîbûna nava refên PKK’ê ye, li hemberî dagirkeran rakirina çeka şerê rûmetê ye û bi mezinkirina projeya Rêber Apo ye.”
[:]