Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwanên partiya yekîtiya demokratîk PYD li bajarê kobanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşiyan[:]

[:ku]

Bi armanca destekdayîna berxwedana gerilla û di çarçoveya hemleya seferberiya ku ji aliyê tevgera ciwanan ve hatiye ragihandin ciwanên PYD’ê li bajarê Kobanê xwepêşandan li dar xist.
Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ji 17’ê Nîsanê de êrîşên dagirkeriyê yên berfireh li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin. Di nava van êrîşên ku dagirkeran dane destpêkirin de tu pîvan nemaye ku nehatiye derbas kirin. Lê li hember wê berxwedana gerîla jî bê navber dewam dike. Gerîla derbên giran li dijmin dide. Her wiha tevahî ciwanên Kurd û Kurdistanê jî xwedî li vê berxwedana gerîla derdikevin û bi her şêwazê cihê xwe li kêleka gerîla digirin.

daxweyaniya ciwanan wiha ye :

Şoreşa bakur û rojhilate sûriyê şoreşa bi fikir û felsefeya Rêber APO hatiye avakirin. Rûxmê ku fikir û felsefeya Rêber APO ji giştî cihan û gelan re yekane Riya ji bındestiyê xelasî, azadî û Wekhevî bi destxistine ye ji , giştî cîhan li beranberî Tecrid û îşkenca li imralîyê bê denge. Tevgera azadiyê ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rexistin dike û jı bo azadiya gelan têdikoşe û şerdike di çiyayên kurdistanê li diji xeta îxanetkar ya PDK’ê û dagirkerên kurdistanê Tirkiyê, di nava tekoşînekî bê hempa de ye. Dewleta tirk ya dagirker û hevkarên xwe di her milî da dixwazê gelê kurd tine bike. Lewma êrişên xwe li ser çiya u bajarên kurdistanê zêdekirine taybet êrişa di 17 nisana 2022’an da li ser Zap Avaşin Şeladizê jî bi vê konsepta tunekirin û îmhakirinê ve girêdayî ye. Lê belê têkoşîn û berxwedana gerîlla ev konsept valla derxist û kir ku dewleta tirkiyê li beramberî vê berxwedanê bixetime. Dewleta tirk ê ku li beramberî berxwedana gerîlla xetimiye êrişên xwe li ser bajar û navçeyên rojava yê êzêdekır û rojane gefên dagirkirinê dixwe. Em wekî Ciwanên PYD’ê dibêjin ku tu hêz nikare li beramberî îradeya ciwanan bisekine dewleta tirk Çawa li çiyayên kurdistanê derbe xwar û şikest wê li beramberî hêz û yekbûyîna gelan di rojava de ji bişkê û tune bibe. Yê ku xaka rojava û rumeta gelê kurd bi bedelan parast gerîlla bû, ji ber vê yekê em gerîlla wekî rumeta xwe Dibînin em deyndarên gerillane roj bi roja xwedî derketin û li gel gerîlla cih girtine. Li wê bingehê bangawaziya me di serî da, jı bo giştî ciwanê kurdistan û enternasyonal û civakan heye, dewleta tirkî dijminê kurda tene nîne dijminê azadiya gelane, li vê bingehê em jı bo gişti ciwan û gelan dibejin li dıji îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiye .
di dawiyê de ciwanan bi sloganên bijî berxwedana Rêber APO ,bijî berxwedana gerîlla meşa xwe bi dawî kirin.

[:]

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu