DîtbarîGiştî

Toreke din a sîxuran a MÎT-ENKS-DAIŞ’ê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke din a sîxuran deşîfre kir. Di mikurhatinên sîxuran de planên êrişên hevpar û komkujiyan ên MÎT, ENKS û DAIŞ’ê derketin holê.
Dewleta Tirk a dagirker her cure rêbazên şerê taybet û qirêjî bi kar tîne da ku derbeyekê li destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Bi van rêbazan destekê dide DAIŞ’ê û moralê dide çeteyan. Bi êrişên ku di çarçoveya şerê taybet de sîxuran bi kar tîne. Her wiha PDK-ENKS hewl dide êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike û pê re jî çeteyan ji bo MÎT’ê perwerde dike. Derket holê ku gelek sîxurên li dijî destkeftiyên şoreşê tên bikaranîn, endamên PDK-ENKS’ê ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi operasyonên li dijî torên sîxuriyê didomînin. Di wan operasyonan de Izedîn Ehmed Omer, Remadan El-Hisen û Mecîd Naîm El-Hesen ên beriya niha li Kobanê hatin girtin ku bi destê ENKS’ê kiribûn sîxur.

3 sîxurên MÎT-ENKS’ê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine girtin, li xwe mikur hatin ka çawa li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berdêla pereyan de ji bo pêkanîna suîqest û komkujiyan dixebitin û kaosê derdixin. Bi îtîrafên sîxuran re careke din derket holê bê ka MÎT-ENKS li dijî şoreşê polîtîkayên çawa meşandine.

MÎT-ENKS Û TORA SÎXURAN

Îzedin Ehmed Omer (Hozan) ku di ketiye tora MÎT-ENKS’ê, li gundê Şêran ê Kobanê ji dayik bûye. Ji sala 2012’an ve di nava YPG-QSD’ê de cih girtiye. Dema ku hêzên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dida, diçe Dêrezorê. Dema li Dêrazorê ye, ji aliyê kurê xalê xwe yê endamê ENKS’ê ve tê îqnakirin ku di berdêla pereyan de ji MÎT’ê re bixebite.

Têkildarî sîxurkirina xwe de Izedîn Ehmed Omer wiha dibêje: “Kurê xalê min Mihemed Ebdo Esaf bi min re kete têkiliyê. Ew bi xwe endamê ENKS’ê ye û li Tirkiyê dijî. Wê demê li Rihayê dima. Ji min re got ‘karek heye ku tu dikarî pê gelek pereyan bi dest bixî’. Got heke ez tişta ku ew dixwazin bikim, ew dê gelek pereyan bidin min. Xwest ez ji MÎT’ê re bixebitim. Min qebûl kir. Min ciwanên Fehad Remadan El-Hisen û Mecîdd Naîm El-Hesen ku ez pê re dixebitîm jî îqna kirin da ku alîkariya min bikin. Me her sêyan bi hev re dest pê kir ji bo MÎT’ê xebitîn.”

HEVKARIYA MÎT, DAIŞ Û ENKS’ê

Dema ku şervanên YPG-QSD’ê li derdora Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir, MÎT-ENKS’ê bi armanca piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê li dijî şervanên YPG-QSD’ê êriş pêk dianîn. Ji bo van êrişan jî torên sîxuriyê bi kar anîn.

Izedîn Ehmed Omer ku di van êrişan de cih girt, qebûl kir ku peywira destpêkê dane wan, êrişên li dijî wesayîtên leşkerî bûye û wiha axivî: “Karê destpêkê teqandina wesayitên leşkerî bû. Kurê xalê min ê ji ENKS’ê ez birim cem zilamekî bi navê Merûd da ku ji bo van karan alîkariya min bike. Bi Mihemed Ebdo Esaf re anku ji MÎT’ê re dixebitî û ew jî bi DAIŞ’ê re tev digeriya. Pêşî min wesayiteke Toyota jê re wek hedef şand û Merûd jî bi roketê li wê xist. Li wir şervanekî QSD’ê şehîd bû. Piştre min wesayîta teslîmatê ya lojîstîkê kir hedef, wan jî teqand lê tiştek bi kesî nehat. Ji bo vê yekê 2 hezar dolar dan min.

Fehad Remedan El-Hisên û Hozan li Siwêdan ya girêdayî Dêrazorê 2 wesayîtên leşkerî kirin hedef û sere her erebeyekê min hezar dolar stand.”

TAKTÎKÊN MÎT’Ê; NARKOTÎK, DIZÎ Û DESTDIRÊJÎ

Izedîn Ehmed Omer diyar kir ku yek ji karên ku ji wan re hatiye dayîn, ew e ku di navbera şervanên QSD’ê de bêbaweriyê çêkin û wan ji nirxên civakî dûr bixin û prestîja wan têk bibin.

Izedîn Ehmed Omer di îtîrafên xwe de got: “Bi pêngava Baxozê re Mimemed Ebdo Esaf (berpirsê MÎT-ENKS’ê) ji min re got ‘teqînan rawestînin, çekan bidizin û bidin Merûd’. Min jî 17 keleş, 6 BKC û çekek Qanasek dizîn û radestî Merûd kirin. Di berdêla vê de 3 hezar dolar dan min. Piştre ez çûm herêma Kesra ya Dêrazorê. Mihemed Ebdo Esaf telefonî min kir û got ‘Hûn ê li wê derê tevliheviyê derxin’. Taktîkeke bêexlaqî ya îstîxbarata Tirk êrişên li dijî nirxên exlaqî ye. Wezîfeya ku vê carê dan min, ew bû ku hişbirê deynin ber serê şervanên QSD’ê û piştre gilî bikin. Li gel vî karî destdirêjiya li şervanên ciwan jî hebû.”

Izedîn Ehmed Omer ku Fehad Remadan El-Hisen û Mecîdd Naîm El-Hesen jî kirin şirîkên karên xwe yên qirêjî, hebên hişbir datîne cem şervanên ciwan ên QSD’ê û giliyê wan dike û di nava şervanan de bêbaweriyê çêdike. Omer bi vê yekê jî namîne, destdirêjiyê li 2 ciwanan dike.

‘ME KOORDÎNAT JI MÎT’Ê RE ŞANDIN’

Ji sala 2019’an ve dewleta Tirk û çeteyên wê Girê Spî dagir kiriye û bê navber êrişî Eyn Îsayê dikin. Di êrişan de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Çeteyên Tirk ku gelek caran xwestin ji bejahî ve êriş bikin, rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin. Artêşa Tirk û çeteyên wê ku nikarîbûn li dijî şervanên QSD’ê şer bikin, dîsa hewl dan bi rêbazên şerê qirêjî encamê bigirin.

Dewleta Tirk sîxurên MÎT-ENKS’ê xistin dewrê û vê carê Îzedîn Ehmed Omer şand Eyn Îsayê û agahiyên têkildarî çeperên şer ên li vê derê jê wergirtin.

Omer got: “Berpirsyarê ENKS-MÎT’ê telefonî min kir û ji min xwest ku biçim Eyn Îsayê. Min koordînatên cihên û nuqteyên leşkerî yên li wê derê ji MÎT’ê reşandin .”

Îtirafên Omer ji aliyê Mecîd Naîm El-Hesen ve jî hatin piştrastkirin û anî ziman ku dîmenên şervanên QSD’ê kişandine û dîmen ji MÎT’ê re şandine.

PLANÊN KOMKUJIYÊ YÊN LI KOBANÊ

Izedin Ehmed Omer ku bi rêya ENKS’ê ketiye tora MÎT’ê, diyar dike ku MÎT’ê talîmata amadekariya komkujiyên girseyî yên li Kobanê daye wî û dibêje: “Mihemed Ebdo Esaf li min geriya û got ‘amadekariyan bikin, hûn ê di asayîşên Kobanê de teqînan pêk bînin’.”

Omer wiha domand: “Me yê êriş li şervanên QSD’ê jî bikira. Bi van çalakiyan me yê gelek sivîl û şervanan bikuştana. Ji bo çalakiyên bi vî rengî me amadekarî kirin. Bê guman di wê demê em ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin eşkerekirin û girtin.”

Fehad Remadan El-Hisên ku di êrişên Kobanê de hatibû erkdarkirin jî, got Izedîn Ehmed Omer telefonî wî kiriye û jê xwestiye ku mala xwe veguhêze Kobanê û jê re gotiye ku ew ê teqînên mezin li Kobanê pêk bînin û dê 20 hezar dolar di berdêla wê de bidin.

Başa dön tuşu