Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Festîvala gelêrî a ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan li bajarê Reqayê dest pêkir[:]

[:ku]Di bin diruşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê” îro li bajarê Reqayê li ser asta herêmên rizgarkirî festîvala gelêrî ku ji aliye ciwanên şoreşger û jinên ciwan ve hatiye rêxistin kirin destpêkir.
Bi beşdariya bi sedan ciwan û jinên ciwan , saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî yên bajarê Reqayê festîvalê dastpêkir.
Festîval bi xêrhatina hemû mêvanan dest pê kir, piştre ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliye heval Buşra El-Ehmed ve axaftin hat kirin û piştre heval Cahîd Hesen axivî.
Hesen destnîşan kir ku ew ê bi gerîlayên li çiyayan re û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li ber xwe bidin. Her wiha bal kişand ser êrişên dagirkeriyê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê , di dawiyê de hesen silav li hemû hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hemû şehîd bi bîr anîn.
Piştî wê festîvalê bi beşên mûzîkê dest pê kir û hunermend Ehmed El-Omer, hunermend Hisên El-Salem û koma folklorê stranên folklorî û kevneşopî pêşkêş kirin û festîval bi beşên dîlanên folklorî bi dawî bû.

[:]

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu