Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Di çarçoveya hemleya seferberiyê de ciwanên TEV-DEM’ê ji karkeran re civîn li dar xistin.[:]

[:ku]Di çarçoveya hemleya seferberiyê de ciwanên TEV-DEM’ê ji karkeran re civîn li dar xistin.
Di çarçoveya hemleya seferberiya ku Tevgera ciwanan ragihandiye ciwanên TEV-DEM’ê ji karkerên kargeha pembû li bajarê Hesekê civînek girtin,di civînê de nêzî 80 karker kom bibûn ,civîn ji aliyê endamê komîteya ciwanên TEV-DEM’ê ve hat girtin
Civînê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pêkir ,piştî wê derbarê gefên dawî yê Erdogan û şerê niha li bakur û rojhilatê sûriyê nirxandin hat kirin, her wiha di nava van êrişan de êrişên ragihandina şerê taybet jî hat nirxandin piştî wê erk û rola ciwanan li beramamberî van êrişan çiye hat destnîşan kirin.
Di dawiyê de li ser bi rêxistin kirin û girîgiya stratejiya şerê gelê şoreşgerî nirxandin hat kirin .
Ciwanên ku tevlî civînê bune bi eleqeyek mezin civîn pêşwazî kirin.[:]

Başa dön tuşu