[:ku]
QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, li ser Kurdistanê û çiyayên wê ve ku bê navber dewam dikin, meşeke girseyî ku 3’ê rojan dewam bike li darxistin.
Meşa ciwanan îro di roja xwe ya yekemîn de ji bajarê Qamişlo di saet 11:00’an de destpêkir û ber bi Tirbespiyê ve bi dawî bû. Ciwan û jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, li ser bersiva banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve meşeke dirêj ku wê 3’ê rojan dewam bike li darxistin.
Ciwan û jinên ciwan bi moral û coşeke mezin, îro dest bi meşa xwe kirin, ciwanan di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, TCŞ, KJC, û wêneyên şehîdan ve hildan. Ciwanan ji Qamişlo bi ber Tirbesiyê ve bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” meşiyan.
Ciwan ji Qamişlo bi meşela û fîşekên hewayî ketin bajarê Tirbesiyê, her wiha bi sedan şêniyên Tirbesiyê pêşwaziya ciwanan kirin. Wê çalakiya ciwanan li Tirbespiyê bi şahî û pêşkêşkirina sinevizyonê roja xwe ya yekemîn bi dawî bike.
[:]