[:ku]Meşa 3 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a di çarçoveya tevlîbûna ji seferberiya ku hatî ragihandine û piştgiriya berxwedana gerîlla û li dijî xiyanetê PDK’ê dest pê kir .
QAMIŞLO – Di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, û bi boneya hatina pêngava 1’ê Hizêranê,Meşa 3 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya tevlîbûna ji seferberiya ku hatî ragihandine re ji bo piştgiriya berxwedana gerîlla û li dijî xiyanetê dest pê kir.
Îro di demjmêr 11.00’an de li bajarê Qamişlo ji tevahiya Bakûr û Rojhılatê Suriyê bi sedan ciwan beşdarî meşa ku li çarxoriya Qermotî dest pê kir bûn.
her wiha beriya ku meş destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê hat rawistandin piştî wê li ser navê tevgera ciwanên şoreşger ROBÎN EL ELÎ daxweyanî xwend daxweyanî wiha ye:
Li Dijî Xiyanet û Dagirkeriyê, Werin Cenga Azadiyê’’
Ji bo tevahî ciwan û gelê me yê welatparêz re . Li hemberî civak û welatê me, di serkêşiya rejima faşist û qirker ya dewleta tirkî û hevkariya PDK de, êrişên topyekûn ê îmha û dagirkeriyê tên meşandin.Van êrişan bi plan û piştgiriya hêzên navnetewî wek konsepta tasfiyekirinê her roj diçe berfireh dikin û li hemû parçeyên Kurdistanê belav dikin. Li dijî konsepta îmhayê di pêşengtiya Rêber Apo de li Îmralî berxwedanî tê pêşxistin, disa di şexsê Gerîlayên Azadiyê de berxwedaniya ku belavi çiyayên Kurdistan buye faşizm aniye ber hilweşandinê.
Faşizma AKP û MHP dixwazin bi hevkariya PDK xwe ji vê hilweşandinê xelas bikin. Ji bo vê li hemberî qadên Gerîlayên Azadiyê, li herêmên parastina medya êrişên mezin ê imhayê dane despêkirin. di Sala derbasbûyî meha sibatê de di êrişa dagirkirinê ya li ser Garê de binketinek mezin jiyankirin. Ji bo xwe ji vê rewşa binketî derxin disa êriş birin ser Avaşin, Zap û Metîna. Dema dagirkirina ku hedef kiribûn pêk nehat, îsal disa di 17 Nîsanê de dubare êrişên dagirkirinê yên nû li ser Zap û Avaşîn dane despêkirin. Ev êriş weke berdewamiya konsepta tasfiyekirina tevgera azadiya gelê kurd û dagirkirina welatê me ye. Armanca wan hêza parastina gel were tasfiyekirin û pişt re jî pêşiya qirkirina giştî gelên herêmê were vekirin. Ji ber vê sedemê jî şerê ku li Zap û avaşînê tê meşandin ne bi tenê tevgerekî dagirkeriyê ye lê şerê qirkiririnê ye. Gişti gelên herêmê û mirovatiyê eleqedar dike. Herwiha ev şerekî mayin û nemanê ye. Li dijî van êrişên nemerdane, bê şeref û bê exlaq, ku hemû cûreyên çekên di destê wan de heye bikartînin. Heta çekên kimyewî jî di nav de Gerîla bi rihê serkeftinê li berxwe dide, nahêle dagirker û hevkar encam bigrin. Bi pêşegntiya qehremantî û fedayîbûna Gerîla her roj li ser axa pîroz û welatê rojê bi dehan dagirker tên cezakirin. Di Zap û Avaşin de çok li dijmin tê danîn. Gerîla rumet û kerameta me diparêzê. Nahêle dagirker bi lingên xwe ê qirej û gemar pê li axên me bikin. Ev êriş tenê bi qadên Gerîla re sînordar nînin, di serî de Şengal û Rojava , Mexmûr jî kirine hedefa xwe. Bi gişti hedefgirtina tasfiyekirina tevgera azadiyê û berxwedana gelê me dane pêşiya xwe. Li hemberi êrişên dagirkeriya tirkî berxwedaniya dîrokî ya Gerîla dawî li hevkariya tirkî û PDK jî tîne. Di vî şerê hebûn û tunebûnê de wek tevgera ciwanan li her derê faşizma tirkî û hevkerê wê PDK ê hilweşandin erka me ya sereke ye. Li hemberî êrîşên dagirkeriya tirkî em wek ciwan û gel lazime bi her awayi li dijî van êrişan bi rihê salvegera Hemleya 1 Heziranê ya Pêngava Mezin a Gerîla di tevgerandin, çalakbûn û hest de xwe seferberi tekoşînê bikin û ji bo serkeftinê ala tekoşînê bilind bikin. Lazime neye jibîr kirin ku faşizma tirkî çiqas li ser hev darbe bixwe wê ewqas ber bi helweşandinê ve biçê. Em bi vê zanebûnê li her derê bi rihê seferberî pêwiste bikevin nava berxwedaniyê. Di bingeha şerê gel ê şoreşgerî de faşizma tirkî li her cih û qadê hedefgirtin erka me ya şoreşgerî û welatparêziyê ye. Di sala 50’emîn ya tekoşînê de fîzîkî azadiya Rêber Apo pêk anîn, faşizmê têk birin û dawî li dagirkeriyê û hevkariyê anîn hedef û armanca me ye.
Bi vê zanebûnê li her derê bi şîara “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin cenga azadiyê’’ bê navber xwe seferberî serhildanê kirin û xeta berxwedaniyê xûrtkirin ji bo me wê esas be.
silav û rêzên şoreşgerî
Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan
Hêjayî gotinê ye ku di meşê de bi sedan wêneyê Rêberê gelan Abdullah Ocelan û alên PKK,HPG,YJA.STAR û posterên ku li ser wan sloganên li dijí xiyanetê hatine nivîsandin hatin rakirin,di hêman demê de 300 wêneyê şehîdên ku li zap û avaşînê şehîd ketine hatin berzkirin û li hemberî xiyanetkaran mekabên sor wekî sambol hatin hildan .