[:ku]
Tevgera Ciwanên Ciwan û Yekîtiya Ciwan meşa dirêj a ku destpê kirin dewam dikin
QAMIŞLO – Li ser esasê seferberiya ku Komalên Ciwan bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” îlan kiriye, li çar parçeyan seferberiya ciwanên Kurdistan û Ewropayê didome. Li seranserî Bakur-Rojhilatê Sûriyê meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatibû li darxistin û tê payîn ku 3 rojan dewam bike, danê sibehê li Qamişlo destpê kir.
Meşa ku bi coşeke mezin dewam dike, ber bi Tirbespiyê ve bi pêş ve diçe. Tê payîn ku meş di saet 19.00 ‘ an de ber bi navçeya Tirbespiyê ve bimeşe.
Em dîmenên ku li kameraya nûçegihanên me yên ku meşê dişopînin, bi we re parve dikin.
Çavkanî: nûçe ciwan
[:]