Meşa Dirêj ya ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê îro di roja xwe yekemîn de li bajarê Tirbespiyê bi konserekê bi dawî bû.
Meşa Dirêj ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li dijî dagirkerî û îxanetê hatî li darxistin, li Tirbespiyê bi konserekê di roja xwe ya yekemîn de bi dawî bû.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û îxanetê, yên li ser Herêmên Parastina Medyayê îro ji bajarê Qamişlo destpêkir û li Tirbespiyê bi konserekê bi dawî bû. Li Tirbespiyê li gel çarxoriya Azadî ciwan kombûn û li wê derê şahî hate li darxistin. Di dawiya meşa dirêj ya roja yekemîn de ciwan, jinên ciwan û şêniyên Tirbespiyê bi hev re dîlan girtin û roja yekemîn bi dawî kirin.
Li ser vê esasê jinên ciwan ên ku tevlî meşê bûne, ji ajansa me re axivîn û armanca meşa xwe ya dirêj vegotin.
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Firyal Temî axivî û got; “Navê min Firyal Temî, ez ji bajarê Kobanê me. Meşa ku me li dijî êrîşên dagirkeriyê li darxistiye, wê 3’ê rojan dewam bike. Şerê ku îro li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, tenê girêdayî wê derê nîne, divê em jî weke ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bikevin nava vî şerî de. Armanca seferberiya ku hatî ragihandin jî eve. Ji ber wê bangawaziya me ji tevahî ciwan û jinên ciwan ewe ku her kes li vê seferberiya ku hatî ragihandin xwedî derbikeve, ji ber ku yê pêşengtiyê bike ciwan û jinên ciwanin. Bi taybet jinên ciwan divê bi îradeya xwe xwedî li van serkeftinan derbikevin û dagirkeriyê tune bikin.
Heman demê de jina ciwan ya ji pêkhateyên ereb ku cihê xwe di nava vê çalakiyê de girtî axaftina xwe wiha anî ser ziman; “Navê min Besima Mihemed, ji bajarê Hesekê me. Me meşa xwe li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li darxistiye. Armanca meşa me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî êrîşên dagirkeriyê piştgirîdayîna berxwedana gerîla ye. Wekî ciwan ji me tê xwastin ku em li hember van êrîşan bibin xwedî helwest. Emê tu carî êrîşên li ser gerîla û ne jî êrîşên ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê qebûl nekin. Em xiyaneta Barzanî û hikumeta El-Kazimî tu carî qebûl nekin û emê bersiva wan jî bidinê. Emê hertim bibin hêza piştgir ya gerîla û Rêber Apo.
Tê payîn ku wê meşa ciwanan di roja xwe ya duyemîn de ji Tirbespiyê dest pêbike û ber bi Girkêlegê ve biçe.