Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan: Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû ciwan bi ruhê seferberiyê li qadan bin, bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî li dijî êrîşên faşîzmê çalakiyan li darbixin û em bang li hemû ciwanan dikin ku li her cihê ew lêne çalakiyan li darbixin.
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ya di 17’ê Nîsanê de ku li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin, ji ajansa me re nirxand. Bi bîranîna şehîdên meha Gulanê Lêgerîn Artemetan dest bi axaftina xwe kir. Di berdewama axaftina xwe de Lêgerîn Artemetan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên ku hatine destpêkirin û got; Ev êrîşên ku hatine destpêkirin, ji bo tunekirina kurdên berxwedêre û bi van gotinan axaftina xwe domand, “Di serî de di şexsê şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên şoreşê û hevalên li Zap, Avaşîn û Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”
Bi van êrîşên ser Herêmên Parastina Medyayê re dixwazin tevgera azadiyê û gelê Kurd ve qirbikin
Em hemû hevalên xwe yên gerîla ku li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê ve, berxwedaneke bê hempa didin meşandin silav dikin. Armanca bingehîn ya êrîşên dagirkeriyê ku ji 17’ê Nîsanê de li Zap û Avaşînê hatine destpêkirin, ji bo tunekirina tevgera azadiyê û gelê kurd e. Em jî dizanin ku dewleta Tirk ev bû demeke dirêj ji bo van planan xwe amade dike, armanca wî jî tunekirina tevahî gelê kurd e. Her çiqas dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bi van êrîşan ya ku pê dixwaze dawî li têkoşîna me ya azadiyê bîne bide meşandin, lê di rastiyê de yek ji pêvajoyên herî qels a dewleta Tirk ya faşîst e. Dewleta Tirk ya faşîst hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dide diyarkirin, dewleta Tirk di wê baweriyê de ye ku, ger dema kurd tune bibin, wê karibe riyekê ji xwe re biafirîne, di van êrîş û qirkirinên ku dike re rewşa wî diyar dibe.
Teknîk û çekên me yên mezin nînin, lê belê îradeyeke gerîla ya ji teknîka wan mezintir heye
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, bi van êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin, wê nikaribe vîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişkîne û wiha dewam kir; ” Weke ku me li Zap, Metîna, Avaşîn, Xakurkê û Heftanînê ve dît ku dewleta Tirk ji bê çaretiya xwe, ya li hember berxwedana gerîla, çekên kîmyawî bikaranî, ta ku vîna gerîla û gelê Kurd ve bişkîne. Tevî ku çekên kîmyawî û teknîkên giran jî bikaranî, dîsa jî nikarîbû hêza gerîla bi binbixe û vîna gelê Kurd bişkîne. Teknîk û çekên me yên bi vê rengî nîne, lê belê îradeyeke gerîla ya ji teknîka wan mezintir heye. Emê bi rastî jî bi rihekî fedayî vê şerê qirêj, dagirker û xayînan jî têkbibin. Emê misoger jî tola hevalên xwe yên şehîd rabikin.
Em bi naskirina Rêber Apo re beşdarî vê jiyana bi rûmet bûne
Di berdewama axaftina xwe de Lêgerîn Artemetan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; ” Sîstema êşkence û tecrîdê ya ku li Îmraliyê, ser Rêbertiya me tê meşandin, ne tenê li dijî Rêberê me ye, li dijî me hemûyan e. Ev tecrîda ku ser Rêbertiya me tê meşandin, di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandan. Armanca wan ji vê tecrîdê ewe ku em xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo yên azad cuda bikin. Divê dewleta Tirk a faşîst û kesên weke wê ku xwedî zihniyeta faşîzmê ne baş bizanibin ku, em bi baweriya xwe tevlî vê fikir û felesefeya azad ya Rêber Apo bûne. Em bi naskirina Rêber Apo re beşdarî vê jiyana bi rûmet bûne, ji bo vê jî emê heya dawiyê têkoşîn bikin. Teqez bi tu awayî emê vê tecrîda girankirî qebûl nekin, heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêkneyê emê têbikoşin.”
Xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ve ne qedere
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan di axaftina xwe de diyarkir ku divê berxwedana gerîla were hembêz kirin, heman demê de divê ev berxwedan li her derê Kurdistanê zindî bê hêştin, Lêgerîn wiha dewam kir; “Divê ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê, polîtîkayên qirkirinê û lîstokên şerê taybet ve têkoşîn bikin. Em baş jî dizanin ku bi sedan ciwanên ku ev sîstem qebûl nekirine hene, di Newrozê de jî ev yek derkete holê. Em ciwanên APOYÎ ciwanên fedayîne, em bawerin ku ciwan wê bi vê baweriyê tevlî nava têkoşînê bibin. Di nava şereke wisa qirêj û dijwar de ancax, bi berxwedan û jiyaneke bi rûmet bersiva xort ji dewleta Tirk ya dagiker û qirker re were dayîn. Em di wê baweriyê de ne ku, wê ciwan bi vê îrade û seknê ve tevlî nava refên pêş yên têkoşînê bibin, heman demê de wê çalakiya gelê me jî li ser van bingehan be. Ji dema ku ev êrîş hatin destpêkirin de, vînên ku berxwedana gerîla hembêz dike derkete holê. Lê tenê hembêzkirina berxwedana gerîla têrê nake, divê gel û ciwanên me yên welatparêz jî cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin, ji ber ku ev şer şerekî dijware, emê vê şerê tenê karbin bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî bi serbixînin û faşîzmê hilweşînin. Emê bi vê rengî zihniyeta dewletê têkbibin, fikir û ramên azad yên Rêber Apo bi serbixînin. Em vê xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurdistanê teqez qebûl nakin, PDK’ê ji bo gelê kurd ne çarenûse, xiyaneta wî ya li dijî gelê Kurdistanê ne qeder e. Xiyaneta PDK’ê ji bo me, ji bo gelê Kurdistanê û ji bo dîroka me lekeyeke reş e. Ji bo vê jî ji bo ku ev lekeya reş paqij bibe û koka wê li Kurdistanê nemîne, emê têkoşîn bikin û çalakiyan li darbixin.
Emê destûr nedin ku êrîşên dagirkeriyê ya bi hevkariya PDK’ê encam bigire
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan axaftina xwe bi bangawaziya ji tevahî ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re bi dawî kir û got; “Divê her ciwan li dijî faşîzmê li berxwe bide, divê her ciwanek bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li dijî dagirkeriyê têkoşîn bike. Em di vê baweriyê de ne ku, wê ciwan û gelê me heya dawiyê di xeta berxwedanê de bin, ji dagirkerî û xiyaneta PDK’ê re rê nedin, wê nehêlbin ku axa Kurdistanê were dagirkirin. Em destûr nedin ku ev êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê tê kirin, encam bigirin, li ser vê bingehê em bawerin ku gel û ciwanên me yên welatparêz jî wê hesas nêzî pêvajoyê bibin.
Bersiva herî xort ji dijmin re bi tevlîbûna nava refên gerîla tê dayîn
Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku careke din, bi pêngava “WERIN CENGA AZADIYÊ”, ya ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve, li dijî êrîşên dagirkeriyê îlan kirine, tevlî nava refên gerîla bibin. Heman demê de em di wê baweriyê de ne ku, ciwanê nikare tevlî nava refên gerîla bibe, wê di cihê xwe de nesekine, wê bi her rêbazê tevlî nava pêvajoyê bibe, cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire. Emê heya dawiyê vê têkoşînê bimeşînin, yê ku faşîzmê qebûl neke, wê bi rihê serkeftinê vê têkoşînê bide meşandin. Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, li dijî dagirkerî û îxanetê li berxwe bidin, dîsa em bang li hemû ciwanan dikin ku çalakiyan li darbixin.