[:ku]
Ji bi meşa dirêj Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên li bajarê Dêrîkê daxweyanî dan,her wiha ev daxweyanî di çarçoveya xebatên seferiya ku tevgera ciwanan ragihandiye da ye,daxweyanî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ,li ser navê tevgera ciwanên şoreşger Newroz Hesen daxweyanî xwend daxweyanî wiha ye:
Ji bo raya giştî:
Di serî de tecrîda li îmraliyê tê meşandin li dijî mirovahiyê ye li ser rêbertiya me bi her awayî tecrîdekî giran heye. Rêber APO rê neda polîtîkeya qirêj ya li ser gelê Kurd , şerê ku îro li çiya tê meşandin ji berxwedana Rêber APO em nikarin qut bigrin dest , Gerîllayên Kurdistanê berxwedanekî mezin dikin divê em jî wek ciwan beşdarî vê berxwedaniyê bibin ji ber ku Gerîlla rûmeta gelê Kurde divê ciwanê Kurd jî bi vê rumetê re bibe yek û li beramberî îxaneta PDK bisekine ji ber ku faşîzma dewleta Tirk bi riya PDK êrîşî Gerîlla u gelê Kurd dike, her hevalek bi rihekî fedayî û bê hempa berxwe dide ev rihê fedayî riya azadiyê bilindtir dike , heqîqet û felsefeya Rêber APO hertim tekoşîn û berxwedanekî mezin dide ser milê me ciwanan em wek tevgera ciwanên rojava û yekîtiya jinên ciwan banga seferberiya ya komelên ciwan em beşdarbûyîna xwe radigihînin divê ciwanên çar parçên Kurdistanê rabin ser piya û êdî sînoran bişkînin dem dema ciwanên serhildêr û sînor ne naskirine êdî jî faşîzmê re wek ciwan em rê nadin ji bo vê jî em 30″ ê mehê meşa dirêj li dar dixin em bang dikin ku giştî ciwanên rojava beşdar bibin û ber bi berxwedana Gerîlla ve bimeşin.
Ji bo silavkirina Gerîlla u li dijî îxanet û dagirkeriyê “Werin Cenga Azadiyê”. ber bi azadiyê ve em bimeşin.
Bê serok jiyan nabe
Bijî berxwedana îmraliyê
Bijî berxwedana Gerîlla
Hêjayî gotinê ye ku wê li her qadek bakur û rojhilatê sûriyê ji bo tevlêbûna meşa 30’ê mehê wê daxweyanî bê dayîn.
[:]