[:ku]
Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan li herêma firatê meşek li darexistin,ev meş bi beşdariya ciwanên minbicê pêk hat her wiha ev meş di bin slogana “Lİ DİJÎ XİYANET Û DAGİRKERİYÊ WERİN CENGA AZADİYÊ “ev meş pêk hat,bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî vê meşê bûn ,meşê ji Navçeya Sirînê destpê kir,û li baxçeyê serokatî bidawî bû di hêman demê de ciwan û jinên ciwan bi sloganên ku banga berxwedanê dike tevlê bûna xwe ya seferberiyê dûbare kirin .
piştî ku meş gihîşt bexçeyê serokatî li ser navê Ciwanên şoreşger axaftin hatin kirin di axaftinê de wiha hat gotin: me îro meşek li vir li dar xistiye ev meş bi armanca seferberiya li hemberî dewleta tirk a dagirkere ,dewleta tirka a dagirker bila bizanibe dema ku êriş gerîlla dike ne tenê gerîlla ye gelek heye ciwan li kêleka wan hene , emê vê axê li dijmin bikin cihenem ,emê dijmin di vê axê de têk bibin lazime ku em li beramberî dewleta tirk û êrişên wê çavgirtî nemînin ,em dema ku cxwedî li axa xwe derkein wê demê emê dewleta tirk a dagirker têk bibin pêwîste kıu em her tim sefer ber bibin, bila gelê me baş bizanibe îradeyek li ser heqîqetê rabûbe bibin nakeve ,bila dijmin baş bizanibe ku gele li paş gerîlla heye gerîlla ne bi tenê ye ,di dawiya axaftinê de wiha hat diyar kirin ,her gava ku gerîllayek şehîd dikeve emê şûna wan dagirin ,wê bi deh û sedan gerîlla bikevin cih ê gerîlla da ,dijmin têk diçe êdî hêza xwe nema ye em di dawiyê de silavên xwe ji gerîlla re dişînin.
hêjayî gotinê ye ku gerîlla yên azadiya kurdistanê derbe li ser derbe li dewleta tirk a dagirker dixe .
[:]