[:ku]
Di bin dirûşmeya “LI DIJÎ ÎXANETÊ Û DAGIRKERÎ; WERIN CENGA AZADIYÊ”, û bi boneya hatina pêngava 1’ê Hizêranê, wê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê meşeke dirêj li darbixînin.
Meşa ciwanan ya ku di çarçoveya tevlîbûna ji seferberiya ku hatî ragihandine re wê 3’ê rojan dewam bike.
Meş wê roja destpêkê ji bajarê Qamişlo, li çarxoriya Qermotî di demijmêr 11:00’an de destpêbike, wê ber bi Tirbispiyê ve dewam bike, li wir jî wê mêtîng were li darxistin.
Di roja duyemîn ya meşê de wê ji Tirbispiyê destpêbike, li Girkêlegê bi dayîna semîner û pêşkêşkirina sinevizyonê ve, bi dawî bibe.
Meşa ciwanan di roja xwe ya dawiyê de wê ji Girkêlegê destpêbike, li Dêrîkê bi şahiyekê li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger wê bi dawî bibe.
Banga me ji bo hemû ciwan û jinên ciwan yên welatparêz û azadîxwaz ve jî ewe ku, li dijî dagirkerî û îxanetê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, tevlî nava berxwedanê bibin û cihê xwe di nava meşê de bigirin.
[:]