Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwanên “TEV_DEM” li Kobanê bi erebeyan meşek li darxistin – Divê herkes tevlî seferberiyê bibe[:]

[:ku]Li dijî êrîşên dagirkeriyê Ciwanên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV_DEM) bi erebeyan meşek li darxistin, di dawiyê de daxuyanî dan û bang li tevahî ciwanan kirin ku cihê xwe di nava seferberiyê de bigirin.
KOBANÊ – Li bajarê Kobanê di bin silogana “Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, Werin Cenga Azadiyê, dagirkerî û îxanetê têkbibin” de, meşeke bi ereban hate li darxistin.

Li bajarê Kobanê di pêşengtiya Ciwanên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV_DEM) de li bajarê Kobanê meşeke bi erebeyan hate li darxistin. Meşa ku di bin silogana “Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, dagirkerî û îxanetê ve têkbibin”, ji taxa nû destpêkir, bi gera li nava bajêr jî li ber dewareya şehîd Arîn Mîrkan bi dawî bû. Li ber dewareyê li ser navê ciwanên TEV_DEM Hebûn Mihemed daxuyanî da, Hebûn di daxuyaniya xwe de da diyarkir ku ji bo her ciwanekî welatparêz û azadîxwaz ve, îro dem dema azadiyê ye.

Hebûn destnîşan kir ku divê li hember êrîşên dagirkeriyê kes bê deng nemîne û got; “Em weke ciwanên TEV_DEM’ê me meşeke bi rêxistinkiye, armanca meşa me, şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û îxanetê, ya li ser çiyayên pîroz û herêmên me ye. Em wekî ciwan bê deng namînin, emê çalakiyên xwe bi rêbazên cur bi cur li darbixin. Weke ku her kes dengê xwe derdixe, emê jî derbixin. Em bi van çalakiyên xwe tevlî seferberiya ku Komalên Ciwan ragihandiye dibin, em weke ciwanên TEV_DEM xwe li ber êrîşên dagirkeriyê û îxanetê, berpirsyar dibînin ku tevlî nava vê seferberiyê bibin. Emê nehêlbin ku dagirker bi awayekî rihet li herêmên me xwe bide jiyankirin. Êdî dema şermezarkirina van êrîşan derbasbûye, dem dema tevlîbûna ji pêvajoyê re ye.”

Di dawiyê de Hebûn bang li hemû kesên azadîxwaz kir ku ew jî tevlî nava seferberiyê bibin û cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin, her wiha dewam kir û got; “Em bang li hemû ciwan û însanên welatparêz, ên ku dixwazin azad jiyan bikin dikin, divê êdî li hember êrîşan seferber bibin. Bi çi awayî dibe bila bibe, divê herkes tevlî nava seferberiyê bibe, û li kêleka gerîla cihê xwe bigire. Di dawiyê de em dibêjin bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, Werin Cenga Azadiyê, banga me ji bo tevahî ciwanên welatparêz û azadîxwaze ve ye.”

Herî dawî bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire îxanet û dagirkerî ve” çalakiya ciwanan bi dawî bû.
[:]

Başa dön tuşu