Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Çalakiya basa gerok li Kobanê di roja 3’yemîn de dewam kir[:]

[:ku]Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiya bi navê basa gerok li darxistin e.
KOBANÊ – Çalakiya Basa gerok ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî li darxistin di roja xwe ya 3’yemîn de dewam dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, ên ku li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heman demê de ji bo mezinkirina berxwedanê li bajarê Kobanê bi rêzbazên cuda û cihêreng ve çalakiyan li dardixin, yek ji wan çalakiyan jî çalakiya basên gerok e.

Çalakiya ciwanan îro di roja xwe ya sêyemîn de li Sirîn û Eynbelûrê ve dewam kir. Li Sirînê ciwanan ji bo şêniyên wê derê şahiyeke hate li darxistin, şahî bi gerandina govendê re bi dawî bû.

Piştî wê li Eynbelûrê li mala ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê dima, ji ciwanan de re semîner li ser rastiya Rêber Apo hate dayîn.

Herî dawî ciwan bi basa xwe li nava kolanên Kobanê geriyan û bi berzkirina siloganan çalakiya ku di roja xwe ya sêyemîn de bû bi dawî bû.
[:]

Başa dön tuşu