Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li dijî baregeha dagirkeran a li Bamernê weşand. Di çalakiyê de 3 dagirker hatibûn cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“10’ê Gulanê saet di 16:00 de li Başûrê Kurdistanê hêzên me li baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li Bamernê xistin. Di encama vê derba xurt de tankek li baregehê hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin.”