Jinen Ciwan

Li Helebê jinên ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştevaniya gerîla meşek li dar xist.

Beşdar li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ala PKK`ê û HPG`ê hildan.

Meş li Çerxerêya Zeytûn veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî, teqezî li ser piştevaniya ji berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst kir û diyar kir ku parastina çiya tê wateya parastina tevahî herêma Rojhilata Navîn.

Nadiya Yûsif diyar kir ku erka hemû keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkeke dîrokî ye ku tev li berxwedana pîroz a gerîla bibin.

Nadiya Yûsif di dawiyê de diyar kir ku parastina welat ji nirxên herî pîroz e û bi vê yekê divê her kes tev li vê yekê bibe.

Mitîng siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.

Başa dön tuşu