Di çarçoveya hemleya seferberiya da ciwanên şoreşger di tevgerê da ne

0
272
Di çarçoveya hemleya seferberiya ku ji aliyê komalên ciwan de hatiye ragihandin ,tevgera ciwanên şoreşger li hemû herêmên bakur û rojhilatê sûriyê di tevgerê da ne .
Di 17’ê Nîsana 2022 dewleta tirk a dagirker bi desteka Nato û bi hevkariya hikumeta îraq û PDk’ê li ser herêmên avaşîn ,metîna ,zapê tevgera dagirkirinê bi pêş xist,
di hêman demê de hemû çeteyên xwe û cerdevanên wekî pêşmergeyên roj û zêrevan xistin dewrê da ,di gelak qadên berxwedana gerîlla da gazên kîmyasal û bombeyên nûklera tektîkî bikar anîn
lê rûxmî vê jî gerîllayên azadiya kurdistanê ku ji zarokên vî gelî pêk tên gava xwe paşda ne avêtin
ji roja destpêka êrişê heya niha gelê her çar perçeyên kurdistanê li ser piyane ,bi taybet ciwanên rojavayê kurtdistanê
bê navber di çalakiyên seferberiyê da ne,ne tenê ciwanên kurd di hêman demê de gel û ciwanên pêkhateya Ereb jî bi ciwanên kurd re li ser piyane ,bi slogana werin cenga azadiyê xebatên seferberiyê didin meşandin .
ciwanên bajarê reqqa yê di hefteyekê de li 10 navçeyên bajarê reqqa tevî navenda bajar rêze çalakî li dar xistin ,di van rêze çalakiyan de destpêkê
xebatên zanekirina civakê û li ser rewşa çiyayên kurdistanê û erka ciwanan wê çibe û çawa û çima tevlî seferberiyê bibin semîner li darxistin ,
di hêman demê de li hemû navçeyên reqqa yê derbarê berxwedaniya ku gerîlla raber dike sînevizyon hat pêşkêş kirin,û di hin navçeyên wê de jî çalakiyên şermezarkirina hevkariya PDK’ê hat kirin û li beramberî wê silavkirina berxwedan û sekna gerîlla bi rûmet hat kirin.
hêjayî gotine ye ku li hemû herêmên bakur û rojhilatê sûriyê di çarçoveya seferberiyê de ,çalakî ,meş ,semîner ,perwerde berdewamin.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz