Gerîla TV dîmenê çalakiya 27’ê Nîsanê li qada Werxelê hatiye kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“27’ê Nîsanê danê nîvro li dijî dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.”