Giştî

‘Li Şêladizê 3 leşkerên dagirker hatin kuştin’

Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeheke dewleta Tirk a dagirker a navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê, çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo 9’ê Gulanê saet di 13:40’î de li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin.

Çalakî li dijî 5 çeteyên Tirk hate kirin ku hewl didan ji tankê re çeperê çêbikin. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku çalakî ji bo bîranîna şehîdên Gulanê hatiye lidarxistin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu