Hevpeyvîn

Li hebmerî xiyanet û dagirkerîyê bertekên ciwanan zêde dibin

Di 17’ê Nîsana 2022 ‘an de bi hevkariya dijminên kurd PDK’ê û şêfê faşîst Erdogan bi planekî bêbext êrişî herêmên parastina medya kirin .
ji 17 ‘ê nîsanê de heya roja îro gerîllayên azadiya kurdistan li hemberî teknîka herî xort bi derfetên xwe yên kêm bi îrade û mêjî şerekî dijwar didin meşandin ,di hemû qadên kurdistan û derveyî welat de ciwan û gel seferber bûye ,ciwanên Qamişlo jî derbarê dijmantiya ku PDK’ê bi gelê kıurd re dike nerazîbûnên xwe anîn ximan axatina ciwanên bi navê Rodî wiha ye :

Nave min Rodî. Ez ji bajarê Qamişlo me,endamê tevgera Ciwanên Şoreşgerim. Bi rastî ev şere ku diqewime li çiya yê Kurdistanê, şere li dijî Gerila şervanên kurdistanê berxwedaniyeke pir mezin û bi bandor dikin. Da ku ev gel rizgar bibe û qada kurdistanê û qada gişti rojhilata navîn jî rizgar bibe. Wekî Serokati jî gotîye xıiasbûna kurd xilasbuna rojhilata navîn e. Bi rastî em dibînin vê dema dawî de dewleta tirk bi hevkarîya xwe a bi PDK’ê re û hukumeta başur re çend alîyên din jî hevkarîya we dikin, şerê li çiyaye Kurdistanê bi gerila re dikin em ve şere şermezar dikin. Em ve hevkariya pdk bi dewleta a tirk re şermezar dikin. Em berxwedanîya gerîla silav dikin, berxwedaniya hemû şervanên kurd ye li sere çiya berxwe didin vîna gele Kurd diparêzin, doza gelê kurd diparezin û rojhilata navin bi giştî. Ya duyem em dibinîn hevkarîyek pir mezin û eşkere di navbera PDK’ê û dewleta tirk, çend aliyên dîtir wekî hukumeta îraqê jî erişên wan li ser şengalê , li ser çiyayên Krudistanê tê. Da ku em di vê demê de ber bi lozanê ber bi 2023’an ve diçin, lozan bi dawî dibe, sedsala lozan dawî dibe. Tirkiye dixwaze planên nû avabike, da ku Kurdistanê hîn parçe bike û hîn lewaztir bike, tevgera gelê kurd û vîna gelê kurd bişkîne. Di dawî de em berxwedana gerila silav dikin. Em heya dawi bi wan re ne.

Nave min Şemal e. Ez endamê PYD’ê me li bajare qamişlo taxa qedurbeg. Li ser rewşa me ya talî, erişên ku li ser çiyayên azad tên kirin mixabin bi ixaneta PDK’ê tên kirin.
Em jî wek gelê rojava yê qamişlo em vî tiştî şermezar dikin.
Em dibejin edî bese îxaneta we, deste xwe hun dikin deste dijmin de erişe hevala dikin, . Planên Erdogan di dawiyê de wê were şikestin. Kurd ji mêj ve ewqas zulim dîtine, lê hemû êriş jî hat şikestin bi berxwedaniya gelê kurd.
îro roj gerila temsîlîyeta kurdên her çar parçeya Kursistanê dikin. ev qehremnîya ku dikin ew zarok zaroke me ne, zarokê rojava ne yên başurin û bakurin yên rojhilatin. Em çiqas wek milete rojava em çiqas dehna xwe didin vê xiyanetê em tevsîrekî ji vê îxanetê re bînin, em qet tiştekî wilo însanî exlaqî weke kurd em nabînin. Ji bo vê em dubare dikin, em şermezar dikin van êrişan. Di dawiyê de ev êriş wê werin şikestin bi qehremanîya gerila û hevalên berxwedanvan
hêjayî gotinê ye ku ne tenê li rojavayê kuırdistanê li bakur û başûr û derveyî welat jî hevkariya PDK’ê û dewleta tirk tê şermezar kirin..

Başa dön tuşu