Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star meşeke girseyî li Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê li dar xist.
Di meşê de bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star amade bûn. Beşdar li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn.
Beşdaran di “Meşa rûmetê” de wêneyên rêber Ocalan, wêneyên gerîlayên şehîd, pankartên “Em ê Kurdistanê bikin gora dagirkeran”, “Êrişa li dijî gerîla êrişa li dijî destkeftî û nirxên me ne” û “Meşa Rûmetê” hildan.
Meş li kolanên sereke geriya û diruşmên şermezarkirina êrişan û îxanetê hatin berzkirin. Beşdar li gel Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê kom bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û got PDK’ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi dewleta Tirk re hevkar e.
Hêva Bekir da zanîn ku ew ê li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û destekê bidin gerîla.
Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro axivî û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin û wiha got: “PDK’ê bi îxaneta xwe îsbat dike ku li diî biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk e.”
Amîne Xidro bang li civata navneteweyî kir edalet û wekheviyê pêk bîne û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re deyne.
Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.