Bîranînen ŞehîdanŞehîd

Şehîdên Ereb di nava PKK’ê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ya dagirker êrîşên herî dawî yê ku li ser çiya pêk anî, bersiveke xort ji destê milîtanên azadiya kurdistanê dît, bi rihê milîtanê apocî, dijmin di hemû herêman de derbeyên pir giran ji destê gerîlayan xwar, li ser riya fedayîyan dijmin derbê pir bi êş xwar. Di vê şerê dijwar de sê fedayiyên Hêzên Parastina Gel yên ji netewa ereb şehîd ketin, di nava têkoşîna wan ya bi qehremantî de derbên giran li dagirkeran dan.

Şehîd Fedayî Kobanê:

Navê Tevgerî: Fedayî Kobanê
Nav û Paşnav: Hazim Elî Nûfil
Cihê ji dayîkbûnê: Cezia
Navê Dê û Bav: Meryem, Elî
Cih û dîroka şihadetê: 18’ê Nîsanê li Avaşîn

“Navê min ya rastî Hazim Elî Nûfil, navê min ya tevgerî jî Fedayî Kobanê, ez 20 salî me, min heya refa 9’an xwandiye. Dema destpêkê ez hatim çiya ez pir kelecanî bûm, min berê jî ser çiya hin fikar bihîstibûn, lê dema ez hatim xwaşikbûna wê cuda bû, yanê vê derê de min dît çawa heval alîkariya hevdu dikin, bi taybet aliyê rêhevaltiyê de, kes ji kesî baştir nîne, herkes weke heve, herkes alîkariyê dide hevdu. Encama ku min derxistî ew bû, di kesayata min de kêmasî pir hebûn, min dixwast ez ji vê kesayeta xwe xilas bibim , weke kesayetî lewaz bûm, ji bo ez xwe jê xilas bikim, partî bi min re bû alîkar, bi riya perwerdeyan min karîbû gelek tiştan di kesayata xwe de biguherînim. Ez dixwazim ji bo ciwanan jî bêjim, ger ku rastî azadiyê dixwazin, azadiya sexte na, azadiya fikir dixwazin, bila tevlî partiyê bibin.”

Şehîd Can Polat Mûsil

Navê Tevgerî: Can Polat Mûsil
Nav û Paşnav: Silêman Mihemed
Cihê ji dayîkbûnê: Mûsil
Navê Dê û Bav: Meryem, Mihemed
Cih û Dîroka Şihadetê: 11’ê Îlona 2021’an li Avaşîn

“Navê min ya Tevgerî Can Polat Mûsil, navê min ya rastî Silêman, ji dayîkbûna min sala 2000’î ye. Ez ji kurê apê xwe şehîd Can Polat bandor bûm, û ji bo tola wî rakim ez jî tevlê bûm. Malbata me ji partî heznake, raste ez û kurê apê xwe tevlê bûn, lê dîsa jî malbata me ji rêxistinê heznake. Em di malbatê de 6 bira û 4 xwûşkin. Rewşa malê ya aborî normale. Ez di 20’ê meha 7’an de tevlî bûm, ez ji kurê apê xwe bandor bûm. Destpêkê ez hatim çiya kêmekî ne rihet bûm, lê dema ku min perwerde dît, min têkiliyên rêhaltiyê dîtin, berxwedana hevalan û heman demê de berxwedana zîndana Amedê, îşkenceyên ku hevalan dîtine naskir, piştre bi perwerdeyan min hin tişt naskirin, ji bo vê ez ji pir tiştan bandor bûm. Êdî ji bo min ez kuderê de biçim ne pirsgirêke. Yanê destpêkê qet sebra min nîne bû, lê piştî perwerdê min hin tişt naskirin. Destpêkê qet sebr bi min re nîn bû, aliyê uslûp û xîtab de min pirsgirêk jiyan dikir, di heman demê de aliyê exlaq de jî ez kêmbûm, lê piştî perwerdê min di van aliyan de guhertin di xwe de çêkir. Banga min ji bo gelan ewe ku tevlî vê pariyê bibin, ji ber ku ev partî wê azadiya gelan misoger bike. Rastî jî hevalên vê derê ji bo min cuda tê, yanê rastî jî carna mirov naxwaze dev ji çiyayê Avaşîn berde, yanê dema ku mirov dikeve alana Avaşîn, dema hevalan nasdike, diçe digere, mirov naxwaze derê ji vê derê. Yanê dema ku heval hatin vê derê digotin em zehmetî dikşînin.”

Şehîd Botan Kobanê

Navê Tevgerî: Botan Kobanê
Nav û Paşnav: Mecîd Hebîb Faris
Cihê ji dayîkbûnê: Reqa
Navê Dê û Bav: Wehîde, Hebîb
Cih û Dîroka Şihadetê: 11’ê Hizêranê li Metîna

“Navê min Botan Kobanê ye, navê min ya rastî Mecîd Faris. Sedema tevlîbûna min, dema ku ez li Reqayê bûm, ez pir zêde di bin îşkenceyê DAIŞ’ê de mame, ji bo vê jî dema ku min heval naskirin, min xwast ez jî tevlî vê rêxistinê bibim. Piştî 2016’an de ez tevlê bûm, min perwerde jî dîtin.””

Temaşe bikin jî
Kapalı
Başa dön tuşu