Dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Werxelê hate weşandin

0
281

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li qada Werxelê weşand, ku di 26’ê Nîsanê de hatibû kirin û di encamê de 8 dagirker hatibûn cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“26’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê komek dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û saet di 18.40’an de bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker êvarî qad bomberdûman kir û bi alîkariya helîkopterên êrişê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.”

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz