Jinen Ciwan

Yekîtiya Jinên Ciwan Li Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Rîm Dada hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got “Ev xiyanet ne nû ye, lê berdewama xeta xiyanetê ya Mistefa Barzanî ya li şoreşa Qazî Mihemed e.”
ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li dijî dagirkerî û îxanetê ve meşiyan.

Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên jin ên Yekitiya Êzidiyan û Kongra Star ji rêya di navbera gundê Maratê û navçeya Ehdasê de dest bi meşê kir. Jinan alên PKK’ê, Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên ” Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikevin” û “Tolhildan” hilda bûn.

Meş li parka navçeya Ehdasê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî, berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: “Dîroka gelê Kurd û Kurdistanê li ser şoreş, berxwedan û têkoşînê ava bûye. Ji ber vê yekê em dibînin ku dewletên kapîtalîst û faşîzm hewl dide berxwedanê pûç bikin. Li aliyekî êrişî kela berxwedanê Şehba û li aliyekî din Zirgan, Til Temir û Kobanê topbaran dikin. Vaye di navbera Şengal û Rojava de jî dîwaran lê dikin.”

Rîm Dada hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got “Ev xiyanet ne nû ye, lê berdewama xeta xiyanetê ya Mistefa Barzanî ya li şoreşa Qazî Mihemed e.”

Rîm Dada diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê xeta berxwedanê û xeta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam bikin û wê heya dawiyê jî li kêleka gerîla bin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu