Werziş

Desteya Ciwan û Werzîşê li Kobanê hola werzîşê ya bi navê şehîd Mesûd Îbrahîm vekir

Di merasîmê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û rola ciwanan di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de silav kir.

KOBANÊ – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê îro holeke werzîşê bi navê şehîd Mesûd Îbrahîm li Kobanê vekir.

Di merasîma vekirina hola werzîşê de bi dehan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl ên kantonê hazir bûn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û rola ciwanan di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de silav kir.

Xunav got: “Me beşeke biçûk a xewna werzîşvanan bi taybet şehîdan pêk anî, em soza şopandina rêya wan didin.”

Paşê Koma Gulav a girêdayî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê berhemên xwe pêşandan. Merasîm bi lidarxistina maçekê di navbera tîmên Berxwedan û Nesrîn ên voleybolê de bi dawî bû.

Şehîd Mesûd Îbrahîm endamekî Tîma Berxwedan a futbolê bû. Di 25`ê Kanûna 2021`an de tevî 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûbû.

Başa dön tuşu