[:ku]
Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin.
“Em Îro jî bi heman ruhê serkeftinê di sala Azadiya Fîzîki a Rêber Apo de Bi şiyara ‘’ DI SALA SERKEFTINÊ DE WERİN CENGA AZADİYÊ’’ ve Seferberiya xwe ya Parastina Azadiya tevahî Kurdistanê carekedin radigihînin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser qadên gerîla biryara seferberiyê ragihand.
Biryara ku bi aliyê meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi yek dengê hate girtin de hat diyarkirin ku Gerîllayê Azadiya Kurdistanê misogeriya serkeftin û azadiya Kurdistanê ye. Ciwanan bal kişand li ser hevkariya PDK’ê û diyarkirin ku “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji destpêka avabûna xwe heya niha xwe di parastina Şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de berpirsiyar dibînin û em liser vê zanebûnê her bûne xwedî rêxistinbûn, helwest û çalakiyan.”
Bi tevahî daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger wiha ye:
Hêzên pêşeng yên emperyalîzma kurewî û hevkarên wî yên herêmê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û destkeftiyên wî, ji destpêkê heya roja îro dinav konseptên tasfiyegerî û kompolerde bûne. Ji bo îmha kirina Kûrd û Kurdistanê komplo dinav komplo de; êrîş dinav êrîşande bi awayek rojanekirî berdewam dikin.
Dewleta tirk a faşîst û qirker ku dijminê sondxwarî yê Kurd û Kudistanê ye, bi tevahiya hebûna xwe ve seferber bûye ku Gelê Kurd û axa Kurdistanê îmha bike. Faşîzma mala Berzanî jî bi heman dijminatiya li dijî Gelê Kurd û Kurdistanê dinava heman seferbertiyê de ye. Di hundurde rola xwînmijiyê pêktîne. Îro dîsa faşîzma qirker a dewleta tirk û PDK ya dijminê Kurd û Kurdistanê bi awayekî aktîf di dagirkirin û qirkirina Kurdistanê û tasfiye kirina Tevgera Azadiyê de hemî derfet û hêzên xwe bi hevre xistine tevgerê.
Dewleta tirk a faşîst û PDK ya ku rola kontra jê re hatiye dayîn, îro dîsa li Başûrê Kurdistanê di qadên parastina medya de êrîşê Gerîllayên Azadiya Kurdistanê dikin. Gerîllayên Azadiya Kurdistanê dîsajî bi îrade û ruhê fedayîtiya Apoger destan dinav destanan de dinivsîne. Îro Destana Zapê dîsa ji nûve tê nivîsandin. Artêşa faşîst a dewleta tirk û hêza kontra ya Pdk ê, li hember lêdanên Gerîlla tarûmar bûne.
Gerîllayê Azadiya Kurdistanê misogeriya serkeftin û azadiya Kurdistanê ye. Şoreşa Rojava jî berhemê berxwedan û têkoşîna Gerîllayê Azadiya Kurdistanê ye. jiber vê yekê hebûn û misogeriya Şoreşa Rojava jî Gerîllayê Azadiya Kurdistanê ye. Erkê parastina Kurdistanê ne tenê erkê gerîlla ye. Em wek tevgera Ciwanên Şoreşger û yekîtiya jinên ciwan ji destpêka avabûna xwe heya niha xwe di parastina Şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de berpirsiyar dibînin û em liser vê zanebûnê her bûne xwedî rêxistinbûn, helwest û çalakiyan. Em Îro jî bi heman ruhê serkeftinê di sala Azadiya Fîzîki a Rêber Apo de Bi şiyara ” DI SALA SERKEFTINÊ DE WERİN CENGA AZADİYÊ” ve Seferberiya xwe ya Parastina Azadiya tevahî Kurdistanê carekedin radigihînin.
Em wek tevgera Ciwanên Şoreşger wek pîvanekî bingehîn a welatparêzî û şoreşgeriyê di ber her bostek axa Kurdistanê de seferberbûyînê wek erkê şoreşgerî û welatparêziyê dibînin û emê bi vê ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin. em axa kurdistanê axa şengalê û axa sûriyê ixaneta pdk û dagirkeriya faşizma tirk rizgar bikin
BI JÎ RÊBER APO
Bİ JÎ BERXWEDANA GERÎLLA
BIJÎ KURD Û KURDİSTANA AZAD
BIMRE İXANET Û HEVKARİYA PAŞVERÛ
[:]