Civaka Paqij ya Ekoljîk
Li hemberî çanda serwer ya zilamsalarî a ku ev penc hezar sale ji bo berjewendî, deshilatdariya xwe cûdahiyên dixe navbera tekiliyên xweza û mirov, xweza û civak, kes û civak û mirov-mirov ji holê radike.
Cîhana hişmendiya civaka xwezayi ya xwe dispêre feraseta zindî-xweza yê esase. Mirovê despêkê, civaka despêkê di hêmbêza xwezayê de pêşde çuye û bi xwezayê re lihevkirî jiyan dike. Xwezayê wek xwe zindî dibinin, di her tiştî de ruh heye.
Mirovê ku debara xwe ya aborî bi saya xwezayê dike, bi xwezayê re dost, lihevkirî û aşitî jiyan dike. Ev jî jiyana azad, demokratik û komînal pêşdixîne. Mirov xwezayê çiqas ji nêz ve nas dike, ewqas bingeha tekilîyên ku xwe dispêre dostanî û hezkirinê ava dike.
Ev pêşdeçuyina xwezayi ya jiyanê ye, civak di aliyê exlaqi de jî vê esas digre. Li ser xwezayê hukimkirin, xweza xerabkirin, talankirin, qirêjkirin, gemar hiştin û bi awayekî hov bikaranîn tuneye. Berovajî, ev ne li gorî kanûnên civakî ne, di aliye exlaqî û bawerî de ev qedexe ye û wek gunehê mezin tê dîtin. Di roja me îro ev di Îslamê de jî heye ; darek qutkirin, mîna mirovek hatibe qetilkirin tê destgirtin.
Pergala kapîtalist Pergala Nexweşî û Kûrkirina Pirsgirêka ye
Pirsgirêkên bingehîn bi pergala qapîtalist re kûrbûne, bi endustrîyalîzmê re pirsgirêk derketine lutkeya jor, bi qasî pirsgirêkên civakî pirsgirêkên ekolojîk jî mezin bune.
– Qirêjkirina Havirdor
– Texrîbkirina Xweza
– Qutkirin û Şewitandina Daristanan
– Li ser cihê şînkayî û erdê çandinîyê de avakirina MALL (MOL), Bîna, Xanî
– Bandora Sera, Pirsgirêkên Av
– Felaketên Lehiyê
– Pirsgirêkên Enerjî
– Qirêjkirina Hewa, Av û Ax
– Bi Bendavan (Sed) Gundên ku di bin Avê de tên hiştin ji holê rabune.
Di bingeha mezinbuna pirsgirêkên ekolojîk de
– Sînai, Febrîqe
– Bajarbûn
– Cihên Xwezayî Texribkirin
– Pir zêde Çêkirina Seyaran
– Santralên Termîk û Kehrebê hwk.
Mina vana hemû sazî û saziyên heyî her yek ji wan cûreyên xaza kîmyewî, Jehrî berdidin xweza yê. Ev hemû li ser tendûristîya mirov û xwezayê xeterî û tehlûkeyên mezin çêkirîye.
Ji Bo Welatekî Azad û Paqij, Rêxistinkirina Civaka Azad û Paqij
Li dijî vana emê xwe ji çi paqij bikin?
• Ji hişmendiya ku ferk û cûdahî di xwe navbera tekiliyên xweza û mirov, mirov û mirov
• Ji ferasetên zayendperestî, hişmendiya desthilatdarî
• Ji nêzikbûnên berjewendî perest û kara zêde
• Ji nêzikbûnên ku tu nirx nade xweza û havirdor, exlaqî û wicdanî nêz nabe
• Ji paşverûti û cehaletiyê
• Ji hovîtiya ku bê rehim nêzî xweza û havirdor dibe
• Ji talan, xerabkirin ê
• Ji nêzikbûnên havirdor qirêj dike, gemarî dihêle û qirêjî û gemarî ji xwe re kiriye çandek
• Ji bandoriyên Şerê Taybet ; fuhuş, maddeyên heşbir, ajantî, fesadî û gelaciyê
• Ji ferasetên ku ji welatê xwe direve û naparêze
Emê xwe bi çi paqij bikin?
• Emê xwe, bi perwerdekirina fikir û felsefeya Rêber Apo
• Emê xwe, bi baweriya pergala netewa demokratîk
• Emê xwe, bi rêxistinkirin û xurtkirina parastina cewherî ya rewa
• Emê xwe, bi girtina zanebûn û hişmendiya netewa demokratîk
• Emê xwe, bi rizgarkirina ji koledarî û desthilatdarî
• Emê xwe, bi avakirina jiyana azad û demokratik
• Emê xwe, bi xwedî derketin û hezkirina ax, welat
• Emê xwe, bi pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe ê di komin û meclisan de
• Emê xwe, bi paqijkirina havirdor û şînkirina xwezayê
• Emê xwe, bi ked û hilberînê
• Emê xwe, bi pêşxistina aboriya civakî
Nivîskar: Rênas Avêsta