Analîz

‘’Di 50’YEMİN SALA SERFEFTİNÊ DE WERİN CENCA AZADİYÊ’’

Bi newroza 2022’ an tekoşina azadiya gelê kurdistanê kete pêncî saliya xwe. Çil û neh sal beriya niha rojek newrozê RÊBER APO bi grubeka ciwanên kurdistanê re li enqerê civinek li dar xist û bi tespita ku kurdistan di bin mêtingeriyê da ye tekoşina li dijî mêtingeri da despêkirin. Grubeke biçûk a ku ji çend xwendevê kurdistanê ên şoreşvan pê dihat biryarê guhertina çarenûsa gelekî û welatekî dabûn. Li hember mêtingeriyek mezin û xwinmij tekoşineke dijwar dan destpêkirin. Ev biryar sal bi sal bi biryardariyek mezin pêl bi pêl sal bi sal mezin bû firehbû bu tevgereke gel û li gişti rojhilata navîn û cihanê belav bû.
Tekoşineke ku 49 sal li pey xwe hiştiye berdelen mezin û giranbûha daye. ev tekoşin bi berxwedaniya fedaiyane a ku di zindanê amade de bi pêşketiye kesayeta xwe a tekoşina dijwar û nasnameya xwe girt. Bi gerilatiya kurdistanê jî riya tekoşinê a ku berbi azadiyê ve diçe diyar kir. Bi serhildanê gelêrî bû li herçar parçeyên kurdistanê bû zanebûyî heskirin bi şoreşa rojavayê kurdistanê jî û navê jiyana azad. Di 49 salên borî de bi hezaran keç û xortên kurdistanê tehma jiyana azad girtin. Şiyarbûn ji xwe mirinê. Ji gişti mazluman re bindestan re bun ilham warê cesaret û minakên wêrekiyê. Tekoşina ku li enqerê ji bo gelê kurd hate despêkirin bû tekoşina azadiya gişti gelên rojhilata navîn. Tekoşina gelê kurd vegeriya tekoşina azadiya gelê erep, tirk fars, suryan ermen û hemû gelan. Edî tekoşin ji bo ciwanên kurdistanê bû meşek azadiyê, bû alek hebûnê. Ew al ji aliye dehhezan ve hate bilindkirin li ezmana hîn jî li baye.

50 salan gelek zehmetî, êş hatin kişandin. Şehîdên giranbûha hatin dayin. Tekoşin ji aliyê xêrnexwazan ve bi hemû rêbazên bêbextî hate hedefgirtin. Bi komployan re hate ceribandin bes ew iradeya ji pola tu carê sitû netewand, çonk dananî nehate bi binxistin. Hêzên emperyalistên awrupa û nato yê biryarê tunekirina gelê kurd û kurdistanê dabûn. Hatibû diyarkirin ku bi navê kurd û kurdayetiyê ti tiştek li ser rûyê erde nemine. Ev görev jî di nava dewleta tirk, suri, irak û iranê de parvekiribûn. Li ser navê vana jî Dewleta tirk a xwinmij ku sondxwariyê qetilkirina û qırkirina kurdaye hatibû erkdarkirin. Li ser navê van dijmina jî weke şerê wekaletê û bi alikariya van gişti hêzan bi şêwazên herî namert jî êriş hatin bi pêşxistin. Êrîşî rêberê kurda,Êrişî welatê kurd, êrîşî diroka kurd, êrîşî gel kurd, êrîşî gerilayê kurd êrîşî rumeta kurd, êrîşî ciwanê kurd, êrîşî jinê kurd, heta êrîşî ciwanê kurd hate kirin.

Lêbelê her ku dijmin êriş kir tekoşina gelê kurd qewimtir û mezintir bû. lê di nava van êrişan da a ku herî zêde bi êrişê xiyanetê û xwefiroşan bû. weke kurmê darê koledariya ji dijminê xwe re xulamtiya ji neyarê xwe re bi kêfxweşî bi pêşket. weke polayê ku tê avdan bi her êrîşa dijmin tekoşina gelê kurd mezin bû, bû tekoşina gelên rojhilata navîn bû tekoşina hemû gelê cihanî. Her pêla êrişê ku hate bi binxistin pêlek nû a êrişê hate despêkirin û van êrişan hîn jî berdewam dike.

diroka tekoşina azadiyê lewma jî diroka tekoşina hebûnê ye. gelê kurdistanê û gişti gelên herê bi tekoşin û berxwedanê hebûna xwe misoger dike. di 49 salên borî de ji aliyên azadîxwazan ve gelek deskeftî avabûn. Li rojavayê kurdistanê şoreşa giranbûha ku hate kirin yek ji van deskeftiyên mezine. Rejîma baas ku nedihişt li suriyê gel nefes bigrin bi avabûyîna şoreşê bun xwedî nasname welat, nirx û nefes girtin. Gişti dewlemendiyên gela ji bo gelên herêmê hate teslîm kirin. Aramî, aşitî û azadî bi saya tekoşina 49 salan bi saya şehîdên ku hatine dayîn ji bo gelên bakur rojhilatê surî hate diyarîkirin. Tişta ku pêwiste neye ji bir kirin ev şoreş bi tekoşina 49 salan hatiye bi destxistine û şorşeşa gişti gelane. Disa gere neye ji birkirin ku ev şoreş bi tekoşina 49 salan a RÊBER APO hatiye avakirine. Lewra jî berdelen gelek mezin hatin dayîn hetanî ku em bûne xwedi welatekî bi vî rengî.
Bêguman şoreşa bakur rojhilatê surî jî parçeyekî şoreşa gişti kurdistanê ye û ne pêkane ku ji hevdû were qutkirin. Lewra tekoşina azadiya gela berdewam dike.
hetanî ku gişti kurdistan û rojhılata navî ji bindestiya xwinmija were xelaskirin tekoşineke bê eman li pêşiya me ye. Xelasî û azadî tuneye bi tena sere xwe an gişti bi hevdû re an jî ne yek jî me jî. Loma jî qnaxa heyî edî qanaxa azadiya gelane. Ango dem dema azadiyê ye. di sala 50 yemin a tekoşina azadiya gelan de erka azadkirina gişti bindestan li pêşiya tekoşana me û tevgera me ye. weke pêşengiya şoreşa gelan ciwanên kurd, erep, tirkmen, suryan, ermen ji bo serxistina şorşeşa gelan seferberbûna tekoşinê gerek dike. sala 50 yemin a tekoşinê bi hedefa şikandina pergala tecrîda a li ser RÊBER APO despê dike. edî tehemula ciwan ji esareta RÊBER APO re nemaye. Her rojên ku ew pergala imraliyê nehatibe ruxandin ji bo gişti ciwana işkenceye.
Ji ber vê jî bi cenga azadiyê şikandina diwarên imraliyê deynê ciwana ye. lewra ji banga me di sala serkeftinê de werin em bi hevdûre cenga azadiyê geşbikin, welatê xwe azadbikine
Herkes dizane ku şoreşa rojava şoreşa ciwanê kurdistanê û gişti ciwanê herêmê ye. ê ku şoreşê ava bike ê ku şoreşê bi pareze jî ciwanin. Weke tevgera ciwanên rojava ji ber ku ev şoreş a me ye çi ked û berdel dixaze bila bixwaze emê lê xwedî derkevin. Ji ber vê yekê jî li hember hemû cûre erişen dagirkeriya li herêma me, cihê me çeperen berxwedanê ye. li kuderê dibe bila bibe pêwiste ji bo parastna xaka xwe em amadebin xwedî zanabûyîn bin û şiyarbin.
Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu