Daxweyanî

[:ku]Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwez ji bo Azadiya Rêber APO daxweyaniya Hemleyê da [:]

[:ku]

Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwez ji bo Azadiya Rêber APO daxweyaniya Hemleyê dan daxweyanî wiha ye :
JI BO RAYA GIŞTÎ
Di dîroka tevahî civak û gelande rastiyeke pêşng û rêbertiyê heye. Her civak li hember êrîşên qirkirin û tinekirinê dinav berxwedanî û têkoşînêde bûne. Di tevahî civakande jî kesên ku ji van berxwedanî û têkoşînan re xwe bi her tiştê xwe ve fedakirine, rebertîkirine derketine. Civaka Gelê Kurd jî di dîroka xwe de heya roja îro bi her cûre êrîşên qirkirin û tunekirinê re rû bi rû maye. Li hember vî berxwedanî jî pêşxistiye. Lêbelê jiber nebûyîna Rêbertiyek rast nekariye li hember van êrîşan civakbûn, çand, dîrok û nasnameya xwe jiyan bike. Wek hebûn û xwebûn nekariye rastiya xwe û welatê xwe jiyan bike.
Bi derketina Rêbertiya Abdullah Ocalan gelê Kurd ew wek Rêberê xwe qebûlkir. Hebûna xwe, azadî û rizgariya xwe di fikir, felsefe û têkoşîna Rêbertiya Abdullah Ocalan de dît û wek gel di têkoşîna ji bo azadiya xwe de bi Rêbertiya Abdullah Ocalan dest bi berxwedanî û têkoşînêkir. Rêbertiya Abdullah Ocalan ji bo Gelê Kurd û tevahiya gelên ku dibin êrîşên qirkirinêde ne bû hêvî, bawerî û hêza têkoşînê. Rêbertiya Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe demokratîk û azadîxwez netewîbûnê derbaskir û gihaşte asteke ku xitabê tevahî gel, civak, bawerî û netewan bike. Jiber vî yekê jî îro wek Rêberê Gelan tê binavkirin û bûye rêbertiyek enternasyonalîst. Li hember pergala Moderniteya Kapîtalîst felseya Moderniteya Demokratîk ve bû rêbertiya bîrdozî û felsefeya azadiyê, bû rêbertiya siyaseta demokratîk a alternatîfa civakî. Rêberê Gelan bi rastiya vê rebertiya xwe ve bû hedefa tevahî hêzên hegemonîk yên emperyalîzma cîhanî. Bi destê pêşengên hegemonyaya kurevî û hevkariya herêmî bi komployeke navdewletî re rû bi rû ma û îro jî bi destê heman pergalê di tecrîtêde tê girtin. Di rastiya xwe de ev komplo li hember Felsefe û têkoşîna azadiyê ya ku li dijî pergala faşîzm û dagirkeriyê pêşketiye hatiye kirin. Jiber vê yekê îro tevahî gel, jin, ciwan, civak, bawerî û tevgerên azadîxwez azadiya xwe di têkoşîna azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibînin û têkoşîna wî didin.
Em jî wek ÎNSİYATÎFA CIWANÊN AZADÎXWEZ ku ji gelek netew û civakbûnên cuda pêktên azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de dibînin û di rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji bo tevahî civak û azadîxwezan xwedî wateya vejîn û hebûneke felsefîke de ji bo azadiya Ocalan kampanyaya haştag didin destpêkirin. Em bangawazî dikin ku tevahiya gel, civak û ciwanên azadîxwez bi tevlêbûneke xurt dinav vê kampanyayê de cih bigirin.
DÎROK
03 Nîsana Roja Yekşemê 2022
DEMIJMÊR
li gor Amedê 20:00
li gor Ewrûpa 19:00
Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwez

[:]

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu