Yek ji siyaseta dijberiya gelê Kurd, dewleta dagirker Tirkiyayê ye. Dewleta Tirk a faşîst ji bo mayîndekirina netewa Tirk, berdewamkirina dewleta xwe û rawekirina desthilatdariya xwe, berfireh kirina sînor û erdnîgariya xwe li tevayî Kurdistanê, Rojhilatê çemê Firatê û li deverên ku bajarên Kurd lê hene bi plan siyasta Islah kirina Rojhilatê Tirkiyê tev digere.
Ev siyaset û planên dewleta Tirk ya dagirker tenê bi sînorê dewleta xwe re sînordar namîne, li Rojavayê Kurdistanê didome. Ev dagirkerî di heman demê de mesajek wiha ye ku ji gelê Kurd re rêdike û dibêje: Kurd li kuderê dibe bila bibe nikare wek neteweyek serbixwe bijî. Ji bo wê dixwaze çarçoveya dagirkeriya xwe berfireh bike û di heman demê de jî ji aliyê aborî, çandî, dîrokî, siyasî û leşgerî de xwe xurt bike.
Dewleta dagirker Tirkiye çawa berê di peymana lozan de ne xwest ku Kurd xweseriyeke xwe bidin avakirin û hertim rê li ber Kurdan digirt û li pêş Kurdan dibe asteng ji bo ku Kurd nebin tiştek ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe û avabûna dewleta xwe li ser Kurdan dan avakirin dema ku Kurd mafê xwe yê rewa li Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê bistînin wê gelek bandor li Tirkiyê bibe, çawa?
Ji ber ku dema kurdên Sûriyê mafê xwe bistînin wê Kurdên Tirkiyê jî mafê xwe ji desthilatdariya Tirk bistînin. Her wiha dewleta Tirk serokomar Erdoxan yê ku berdewamiya bi birdoziya Atetorke dewleta Tirk bi rê ve dibe di sala 2017’an de wiha got: ne mumkîne ku Kurd li ser sînorê min dewleteke xwe bidin avakirin. Bila Kurd di xewna şevan de dîsa nebînin ku li ser sînor bi xweserî jiyan dikin. Ji ber wê yekê bi hiceta ku li Sûriyê şerê terorê bike. Lê di cewher de şerê Kurdan dike û naxwaze Kurd li ser sînorê wî xweseriyeke xwe bistînin.
Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bir ser Rojavayê Kurdistanê. Di van çarçoveya dagirkinê de, wê sînorê vê dagirkeriyê heta ku derê be? Tirkiye nikare bi tena serê xwe sînorê dagirkeriya xwe diyar bike. Hem dewletên herêmê, hem jî Rûs û Emerîka wê sînorê dagirkeriya dewleta Tirk heta ku derê be wê diyar bikin. Ji ber wê jî dagirkeriya dewleta Tirk û sînorê wê bi destûra dewletên hegemon ve tên diyar kirin.
Lê ev eşkereye ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya siyaseta xwe de dixwaze ku Kurd li rojavayê çemê Firatê nemînin. Ji bo wê jî hem li herêma Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û hwd, bajar, navçe û gundê Kurdan vala dike, demografiya wê dide guhertin, komkujiyan pêk tîne û wan neçarî koçberiyê dike û Kurdên dixwazin vegerin ser axa xwe jî nahêle dema ku vedigerin bi hovîtî tên kuştin. Li şûna wan jî çeteyên xwe û malbatên wan bi cih dike.
Dewleta dagirker piştî binketina xwe di bajarê Kobanê de, êrîşa xwe li ser Efrîn plan kir. Tirkiyê berê xwe da Efrîn û êrîşên xwe pêkanî. Dewleta Tirk a dagirker di şerê Efrînê de bi awayekî zelal bi navê xwe dagirkeriya xwe da meşan din. Bi navê paqijkirina terorê (YPG Û YPJ’ê ku PKk piştgiriya wan dike) li Sûriyayê şer û dagirkerî meşand. Bajarê Efrîn bi 7 navçeyên xwe ve cihekî ku ji sedî 95 şêniyên wê Kurd in. Wek giraveke rojavayê çemê Firatê bû. Lewra Efrîn ji bo siyaseta xwe ya bê Kurd kirina Rojhilatê çemê Firatê wek metirsiya herî mezin didît. Dewleta Tirk ya dagirker çawa ev 90 sal zêdetire li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Kurdan yên Rojavayê çemê Firatê kuştin, îşkence, koçberkirin, komkujî, qirkirin, talan kirin û heta astekê bê Kurd kir. Niha jî li Rojavayê Kurdistan û Efrînê heman siyasetê dimeşîne berî Efrînê jî li ser Kobanê da meşan din. Dewleta Tirk siyaseta dagirkirnê ya ku nêzî sed sale bê Kurd kirina Rojhilatê çemê Firatê di dewreyê deye.
Efrîn 4 sal in dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, sûcên dijmirovî û dijexlaqî, kuştin, revandin, talakirin,guhertina demografî, dar û daristan tên şewitandin û gel tê koçberkirin. ruxmî hemû êrîşîn qirkirinê li ser gelê Efrînê tê kirin, gelê wê berxwedanek dîrokî didin meşandin.
Dewleta Tirk a dagirker bi van hemû kiriyarên xwe ve li ber çavê hemû cîhanê tevahî pîvanên û qanûnên dewletî bibin pê dike, ruxmî van kiryaran tu helwest ji aliyê civaka navdewletî ve nayê nîşandan. Ev yek nîşaneyên hevalbendiya bi dewleta Tirk li hemberî kurdan e. Çawa ku di dîrokê de bi dewleta Tirk re li hemberî Kurdan û» koçberkirina kurdan li ser axa wê re bûn yek û bûn alîkar ku li cihê kurdan gelên dîtir bi cih bikin, heman şêwaz û pîvan li Rojava û Efrînê jî tê meşandin.
Rêber APO wiha dibêje: ev tişt bi awayekî yek alî û ji nişka ve bi komploya Tirkê spî yên pro-faşîst bi çempera îmha û înkarê li dora Kurdan girtin, Kurd jî neçar man ku rewşa hebûna xwe biparêzin. Êrîşên bi komployên yek alî hatin dest pêkirin armanca wan jî ew bû ku Kurdan ji nasnameya entîk û neteweyî bikin ango Kurdan tesfiye û asîmîlasyonên çandî, dîrokî, ziman û fîzîkî bikin.
Mamed Sîdo