[:ku]
Tevgera xwendekarên demokeratîk li bajarê kobanê bi tevlêbûna bi sedan xwendekaran yekemîn konferansa xwe bi serkeftî li darxist.
Bi slogana Di sala” serkeftinê de werin cenga azadiyê” ,li bajarê kobanê bi beşdariya ji 100 delegeyî bêhtir, yekemîn konferansa Tevgera xwendekarên demokratîk a herêma firatê hat li darxistin ,konferans bi bernameya deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pêkir,her wiha axaftina vekirinê jî hat kirin ,piştî ku axaftina vekirina konferansê hat kirin ,rapora kar û xebatê salekê ya tevgera xwendekaran hat xwendin , her wiha li ser erka xwendekaran di parastina welat de çiye ? sînefizyonek hat pêşkêş kirin ,piştî wê rewşa siyasî a herêmê û rewşa xwendekaran di aliyê rêxistinî de hat nîqaş kirin ,xwendekaran di konferansê de nêrîn ,nirxandin û pêşinyarên xwe kirin ,
Li ser esasê nîqaşên ku hatine meşandin û nêrînên derketine pêşnumeyek biryar derket ,û li ser asta herêma firatê meclîsa tevgera xwendekarên demokratîk a herêma firatê hat avakirin, û berdefkên wê jî hatin derxistin ,di dawiyê de bi sund xwerina kar û xebat ,û bi slogan û moralê bi dawî bû.
[:]