Analîz

GIYAN Û EŞQ RAZA GERDÛN Û JIYANÊ YE

GIYAN Û EŞQ RAZA GERDÛN Û JIYANÊ YE

Ji jiyana ferdekî bigire heya jiyana bi kom û civakbûyîn, ji zireya herî biçûk bigire heya zireya herî mezin, ji jiyana lawiran bigire heya jiyana nebatan, ji keviran bigire heya axê û her wiha ji xwezayê bigire heya bingeha giştî gerdûnê, li ser pîvana Enerjî an ku Giyan ava dibe û xwe dide jiyîn û deha zêdetir mezintirîn dike û dide berdewam kirin.

Dema ku Enerjî û giyan nebe gerdûn nedihat avakirin, xweza û jiyan pêşnediketin û nedihatin avakirin, mirov, nebat, lawir û hwd nedihatin  jiyîn. Lewra gava ku di gerdûnê de ya yekemîn tê avêtin bi saya enerjiyê ye, ji enerjî du cûreyên zireyan pêşdikevin û ji eşqa ku çawa herdu zire bighêjin hev du, bi berxwedaniyek bê hempa û bi gihîştina hev du hejandinek tê çêkirin û ji wê hejandinê gerdûn tê avakirin û ji gerdûnê gelestêrk û goga zemîna xweza û jiyanê tê avakirin û pêşdikeve ji xwezayê jî lawir nebat û însan tên afirandin. Ji bo vê yekê hêmanên enerjiyê û giyan di gerdûn, xweza û jiyanê de bingeha, pêwendiya mirov, lawir û nebatan giyan e, dîtina her tiştî bi çavê giyan û enerjîyê ye. Qanûnekî esasî ye û bêyî eşqa wê tu tişt nayê jiyîn.

Enerjî û giyan çi ye?

Pênaseya giyan wateya enerjiyê jî di nava xwe de dihewîne, di heman demê de pênaseya enerjiyê pênaseya wateya giyan e, lê belê enerjî û giyan hem wate tên pênase kirin.

Giyan tê wateya enerjî, ji enerjiya tîr û tarî re giyan tê gotin, enerjiya ku lihev kom dibe tîr dibe dema ku tîr dibe giyan ango rih derdikeve holê. Ev enerjî û giyan li gor bîr û baweriyan jê re “xweda” tê gotin, li gor rêgez û pîvanên felsefeyê jî “qanûn an ku yasa” tê gotin. Li gor nêrîna min jî pîvanên ku tu carî dev jê nayên berdan û yê ku gerdûn, xweza û jiyan an ku ji zireya herî biçûk heya yê herî mezin wekî xelekekî bi hev ve girê dide û temamiyek dide afirandin ew e, giyan xwe bi xwe xwe dide afirandin û jiyankirin. Giyan nebe hizirandin nabe dema ku hizirandin nebe xwe naskirin nabe, xwenaskirin bingeha pêkanîn û binavkirina giyan û azadiyê ye. lewra eşqa giyan diyarkirina îrade, hest, dil, hizirandin û bîr û baweriyên me ye

Evîna giyan çi ye?

Gelo ma hûn tu carî fikirine ku gerdûn bê  evîn û giyan wê çawa be ango ma bê evîn û giyan gerdûn mumkîne?

Însanek çiqas di nava cîhana kêmasiyan de be û ruxmî wê yekê xwe bi tevahî di nava cîhana evînê de bibîne, ewqas bedew û dewlemendtir dibe, di heman demê de rastî tu sînoran nayê û ji bilî afirandin û avakirina jiyanek bedew û azad tiştekî din  tune ye

Gava ku bi eşqa giyan tê hizrîn û tê hezkirin, ji gerdûnê bigire heya jiyan, mirov û xwezaya bi henaseya dayîn û standinê bigire li gor qanûna giyan tên avakirin, jiyîn, xwe berdewam kirin û hêzdarkirinê ye. lewra di hundirê her tiştî de giyan heye û di baweriya wê de tirs tune ye, eşq, vîn û azadî heye. Ji bo vê yekê rêber APO dibêje: ” armanca gerdûnê azadî ye”. ji bo vê yekê divê beriya her tiştî giyan bê azad kirin, azadiya giyan azadiya fikir û ramane, azadiya gerdûn, xweza û jiyanê ye, azadiya mirovan bi xwe ye û di heman demê de biserketina eşqa gerdûnî ye. ev azadî nebe ango giyan, fikir û  raman azad nebe azadî tê kolekirin û tu carî bi ser nakeve. Tiştek ji eşqa giyan bedewtir tune ye di heman demê de zortir jî tune ye. mirov dema ku eşqê bi giyan digire dest bê guman ew eşq bê serkeftin nayê pênase kirin, dema ku bê serkeftin be zorî û binkeftina jiyan û giyan ji wir tê

Bi evîna giyan hevgirtina mejî, dil, hest û wijdan û her tiştê ku jiyana mirovahiyê ber bi aramî û azweriyê ve dibe û birêkûpêk dike. Di heman demê de evîna giyan helwesteke ku tê wateya raman, îrade, dilsozî û ajoyên me bi çalakiyên me yên rojane û pêşerojê dide me û diyar dike, divê were zanîn ku evîn giyan e û giyan evîn e, yek bêyî yê din nabe. Dil, hest, wijdan, ajo bi evîn û vîna giyan ve girêdayî ye. Giyan nîşana dil hest, raman û bîr û baweriyên me ye, bi saya giyan em xwe îfade dikin û kesayetiya xwe radixin ber çavan û ajoyên edalet û azadiyê dişopînin û dixwazin di jiyana xwe de bidin jiyan kirin. Lewra jiyana me ya bi hezarê salan li ser şopa evîn û îradeya giyan xwe dispêre û dide berdewam kirin û xwe gîhandina roja îro ye. Giyan bi evîn, îrade, hest û raman ve di dilê me de tê jiyîn û hîskirin.

Bêyî evîn û giyan wê emê tune bûna, li ser vê axê mirov wê tune bûna, eger evîn nebûya wê nijada mirovahiyê her dem û di her kêliyê de pêşnediket û roj bi roj tiştên nû nedihatin vedîtin. Bi saya evîna giyan mirovahî zeman bi zeman tiştên nû diafirînin, bi saya hêza evîna giyan gerdûn û xweza her tim xwe nû dikin. Evîna giyan hêza ku her tiştî digerîne, ew wekî qanûnekî ku hêza gerdûnê xwe pê bi rê ve dibe û wekî her qanûnên din yên ku gerdûn li ser hêza wê dihêle ye. ji ber vê yekê hêza ku mirovan ber bi nûbûyîn û hêzdariyê ve dibe evîna giyan bi xwe ye, ger di jiyana mirov û mirovahiyê de evîn nebe wê her tişt di kêliyê de bêne asîmîlesyon kirine ango nijada mirovahiyê wê li ser rûyê gerdûnê tune bibin, bêguman gerdûn wê bi xwe tune bibe.

Îro evîn û giyana rastîn divê:

Ji  bo vê yekê divê û tiştê ku ji her însanekî û ji tevahiya mirovahiyê tê xwestin ew e ku li ser qanûna evîna giyan, hestên dilpakî û hestên erênî bikar bînin û divê ramanên xwe li ser esasê hestên dilpakî, hestên erînî û li ser esasê fikir û ramanekî paqij û dewlemendiyek bedew bê azadkirin. Da ku em giyanek bedew û azad bidest bixin, di heman demê de ji bo gerdûn, xweza û jiynê li ser esasekî jiyanek rast û bedew bidin azad kirin û jiyîn. Di gerdûnê de yek fikir heye ew jî qanûna giyan bi xwe ye, ew fikir jî armanca xwe azadiyek bi estetîk hûnandî ye, lewra divê her fikirê ku di jiyanê de pêşkeve li ser esasê azadî û jiyanek rast û bi estetîk hûnandî be. Însan bêjeyeke ku ji made û ji giyan (madî û manewî) pêk tê yê ku zêdetir rol dileyze giyane. Lewra giyan bandorê li pîskolojiya însan dike dema ku pîskolojî ne rihet be wateya westandina giyan diyar dike, ji vê zêdetir erdnîgarî û piradîgmaya raman yê ku bandora neynî li pîskolojiyê dike ye, ji bo vê yekê însan hewceyî jiyan, fikir û ramanek azad in, lewra ji vê yekê zêdetir divê însan ji ramana giyan ramanên bebew bedewiyê werbigire tu carî winda neke, ji ber ku ramana giyan evîn û vîna giyan bixwe ye û ji wê  jiyanek bextewar û jiyanek azad diafirîne…

Mamed sîdo nivîsî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu